'Me DAIŞ li Reqayê perçiqand, em ê li Dêra Zorê tine bikin'

"Wê ti hêz û ti astengî nikaribe pêşî li pêngava me bigire. Heta ku em gelê Dêra Zorê rizgar bikin, em ê pêngava xwe bidomînin."

Yek ji Fermandarên QSD-YPJ’ê Axîn Nûcan der barê Bagera Cizîrê de axivî û diyar kir ku wan di Reqa de çete perçiqandin û wê di Dêrazorê de dawî li çeteyan bînin. Nûcan got: "Wê ti hêz û ti astengî nikaribe pêşî li pêngava me bigire. Heta ku em gelê Dêra Zorê rizgar bikin, em ê pêngava xwe bidomînin."

Yek ji Fermandara Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Axîn Nûcan di derbarê giringî û pêşketinên Pêngava Bagera Cizîrê ji ANF re axivî.

Axîn Nûcan girîngiya Bagera Cizîrê wiha nirxand: "Em dixwazin, çeteyên ku li Reqayê hatine perçiqandin, li sêgoşeya Dêra Zorê bi Bagera Cizîrê re ji holê rakin. Piştî Reqa herêma ku DAIŞ lê dimîne sêgoşeya Dêra zorê û sînorê Iraqê ye. Qedandina çeteyan li Dêra Zorê, ji bo Şoreşa Sûriyeyê û Iraqê gaveke mezin û dîrokî ye."

Nûcan diyar kir ku di vê pêngavê de ya herî girîng ji bo wan rizgarkirina gelê sivîl e û wiha dewam kir: "Gelê Dera Zorê jî mîna gelên din û heya zêdetir jî zilm û zextên çeteyên DAIŞ’ê dîtiye. Destpêkê gelê sivîl zilma rejîmê, komên din ên çeteyan ev 3 sal jî di bin zilma DAIŞ’ê de ye."

Nûcan sedema destpêkirina vê pêngavê jî wiha got: "Ev pêngav li ser daxwaz Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê û bi taybetî jî li ser xatir û daxwaza zarokên Dêra Zorê hatiye destpêkirin."

Nûcan eşkere kir ku di van 15 rojên pêngavê de destketiyên mezin bi dest xistine û wiha pê de çû: "Di van 15 rojan me karî 100 km zêdetir herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û ber bi sînorê Iraqê  ve diçin. Di vê qadê  de jî cih û herêmên stratejîk jî hebûn. Cihên stratejîk ên wekî herêma Pîşesazî, şîrketên şekir, pembo, zeyt û ceyranê me rizgar kir. Herî dawî jî duh me şirketên mezin ên gazê Ezbe û Kolîka rizgar kir."

Nûcan axaftina xwe wiha dewam  kir: "Ev desketî bi qehremanî û bedelên mezin bi dest ketin, ji bo wê jî ji bo me bi wate ye. Ji ber ku armancên me mezin in, em bedelên mezin jî didin. Ev bedel û qehremantî bi pêşengitya QSD’ê û bi taybetî jî Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê pêş dikeve. Ne tenê hemberî DAIŞ’ê em şer dikin, hem li dijî demê, li dijî rewşên erdingarî re jî em li  ber xwe didin."

Nûcan destnîşan kir ku ew li Dêra Zorê çeteyan diqedînin, lê hêzên ku dixwazin pêşiya wan bibin asteng jî hene û wiha got: "Di destpêkê de jî rejîma Sûriyê  naxwaze hêzên me bi pêş de biçin. Tiştên ku serê me hemûyan de nakokî çêdike, em wekî zarokên şoreşa Sûriyê dixwazin DAIŞ’ê tine bikin, lê rejîma Sûriyeyê dixwaze me paş de bikişîne. Ji bo wê beriya çend rojan balafirên rejîmê li hêzên me xistin. Lê ji bo em bigihijin hedef û planên xwe û gelê xwe rizgar bikin ti astengî nikare hêz û şervanên me bidin rawestandin. Ji ber ku em xwedî îrade û seknekê ne, baweriya me bi serketinê heye. Serketinên îro me dest xistin bi îrade û sekna şervanên QSD-Meclîsa Dêra Zorê de dikarin pênase bikin."

Nûcan diyar kir ku serketina herî mezin ji bo wan rizgarkirina gel e û wiha bang li gelê Dêra Zorê kir: "Bi hezaran zarok, jin, ciwan û yixtiyar rizgar kirin û li cihên bi ewle cih kirin. Em ji gelê xwe yê Dêrazorê re dibêjin bila baş zanibin em ê careke din destûrê nadin bikevin rewşeke wisa xirab û bin zilmê de. Em hêviya gelê Dêra Zorê ne û em jî hêviya serketinê di gelê xwe yê Dêrê de dibînin. Banga me ji bo gelê Dêrazorê ew e ku li pişta zarokên xwe bin, bi zarokên xwe bawer bin,  zarok wê bigîhin rojên azad û xweş."

Nûcan di Pêngava Bagera Cizîrê de tevlîbûn û sekna jinan jî wiha anî ziman: "Bi tevlîbûna Pêngava me re tevlîbûna jinên Dêrazorê nava refên me de zêde bûn. Ev jî wê baweriyê dide me ku xilasbûn û îradeya xwe di me de dibîn. Ev jî dihêle ku em hîn mezintir bibin û ji xwe bawer bin û hedefên xwe mezintir bikin. Em bang li jinan dikin ku werin me nas bikin, xilasbûn û azadiya jinê di YPJ’ê û QSD’ê ye. Di sexşê DAIŞ’ê de em îro hemberî hemû zihniyetên ku jinê bi tiştekî hesab nakin, jin bê maf hiştiye û bê ziman hiştiye em têkoşîneke bê hempa didin. Ji bo wê bi DAIŞ’ê re em vê zihniyeta qirêj  bin bixin û dawî lê bînin. Ji bo wê em bang li hemû jinên Dêrazorê dikin werin tevlî QSD’ê bidin û tola xwe bi destê xwe rakin û rêya azadiyê hilbijêrin."

Nûcan di dawiya axaftina xwe de bang li şervanên QSD’ê kir: "Em dibêjin ey şervanên QSD’ê û Meclîsa Dêra Zzorê ev bîr û baweriya we ya bi serketinê dihêle ku ti astengî pêşiya we nesekinin. Em jî bi vê serketinê heya dawiyê bawer in. Ew bedel, fedekarî û baweriya ku şervanên QSD’ê didin, em wan van hemû serketinan diyar gelê herêmê dikin. Bi taybetî jî em diyarî gelê Dêra Zorê dikin."