Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, di kongreyeke çapemeniyê de têkildarê êrîşên li dijî herêmê daxuyaniyek da.
Mezlûm Ebdî got ku ew amade ne li ber artêşa Tirk a dagirker rabibin û got: “Em hêzên leşkerî amade ne li hember êrîşan bisekinin û hêzên me di rojên borî ev yek îsbat kir.”
Mezlûm Ebdî bal kişand bi ser êrîşên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Roja çaran e êrîşên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin. Ev êrîş 19ʹê Mijdarê dest pê kir. Li herêmên Şehba, Minbic û Dêrikê asta êrîşan bilindtir bû. Ev êrîş heta roja îro dewam dike. Dewleta binsaziya herêmê, cihên petrolê, nexweşxane, dibistan û cihê aborî kir hedef. Em van êrîşan wekî asteke nû dihesibînin. Ji demeke dirêj ve êrîşên hewayî û bejahî li ser herêmê çêdibin, lê di çar rojên dawî de wekî asteke nû û xetere ye ku hîna berdewam dike."
BÎLANÇOYA ÊRIŞAN
Ebdî da zanîn ku demeke dirêj wan xwe ji van êrîşan re amade kiriye û wiha pê de çû: “4 endamên me şervanên QSDʹê şehîd bûn. Lê belê sivîl zêde bûne hedef. Li gorî tesbîtên hetane kirin 15 şehîd hene. Di van êrîşan de sazî jî bûn hedef. Ev Êrîş hîna berdewam in. Bi giştî êrîşên berfireh hebû, zêdetirî 4 hezar êrîş pêk hatin, ji wan 67 hewayî ne, yên din jî bi obus û bejahî bûn. Diyar e ku êrîş wê dewam bikin."
Ebdî anî ziman ku hêzên wan amade ne bersiva êrîşan bidin û got: "Hêzên me ji her êrîşan re amade ne. Di van rojên borî de hêzên me îsbat kirin ku dikare bi rêbazên cuda xwe biparêzin."
BERXWEDANA GEL
Mezlûm Ebdî bal kişand ser berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û helwesta gel a li hemberî van êrişan û wiha domand: "Rasta şehîd çêbûn, lê helwesta gelê me cihê serbilindahiyê ye. Mirov dikare pîroz bike. Ji roja yekemîn a êrîşan ve li her derverê helwesta gelê me hebû û gav paşde neavêt. Armanc ji van êrîşan ew e gelê me bêzar bike û ber bi koçberiyê ve bibe û herêm ji niştecihên wê were valakirin. Lê gelê me armanca dewleta Tirk vala derxist. Gelê me li cihê xwe ma. Gelê me xwedî li şehîdên xwe derket, bi şêwazekî mezin û berfireh li Dêrikê li şehîdên xwe xwedî derket. Ev xwedîderketin bi serê xwe helwestek bû. Bi vê wesîleyê em di şexsê şehîd dayika Hogir, şehîd Hesen û rojnamevan Îsam de hemû şehîdên xwe yên sivîl bi bîr tînin û soza domandina doza wan didin. Em teqez dikin ku gelê wê bi wî ruhê berxwedanê bidomîne."
ʹTEQÎNA LI STENBOLÊ HINCETEK JI BO PÊKANÎNA ÊRÎŞAN LI SER HERÊMÊ YEʹ
Mezlûm Ebdî îşaret bi vê yekê kir ku dewleta Tirk ji destpêkê ve li hincetan digire da ku êrîş bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berî niha jî me ji raya giştî re parve kir û carek din dibêjin, êrîşa li Stenbolê hincetek û planeke ji bo pêşî li êrîşeke bi vî rengî were vekirin. Bi tu şêwazî tu têkiliya me bi êrîşa li Stenbolê re nîne. Em dibêjin, ev êrîşeke terorîstî ye, cihê şermezarkirinê ye. Tu carî hêzên me sivîlan nakin hedef. Ev êrîşa li Stenbolê li aliyê keskên ku dixwazin êrîş li ser me werin kirin ve, hatiye kirin. Wekî me jî şopand, derket holê ku kesên ku ev êrîş kirine ji derdora DAÎŞ, Artêşa Niştimanî û yên din ên ku Efrînê dagirkirine ne.“
ʹTU TÊKILIYA ME BI ÊRIŞA LI SER KARKAMÎŞÊ RE NÎNEʹ
Ebdî li ser êrîşa li Karkamîşê jî axivî û wiha got: “Tu têkiliyên hêzên me bi van êrîşan û êrîşên bi vî rengî tune ye. Tu siyaseta me ya hedefkirina xaka Tirkiyê tune ye. Heger niyeteke me wisa hebe em ê bêjin. Dema ku em tiştek wisa bikin em ê eşkere bikin. Lê tu niyeke me ya bi vî rengî tune ye. Ne ji dûr ve û ne jî nêzî ve têkiliya hêzên me bi vê êrîşê re nîne. Ev êrîş hinceteke ji bo ku êrîş bi vî rengî werin kirin û xurtkirin."
Ebdî diyar kir ku ew ne alîgirên şer in, lê dixwazin ku alozî bi rêya diyalogan werin çareserkirin û ev tişt got: "Êrîşên ku li ser herêmên me têne kirin divê werin rawestandin. Divê hemû aliyên têkildarî bi berpirsyariyên xwe rabin û li hemberî êrîşên hovane bisekinin. Ev daxwaza tevahî gelê me ye. Ev şer ne di berjewendiya gelê me û hêzên me de ye."
Bi domarî Ebdî, bersiva daxuyaniyên dewleta Tirk jî da û got: "Li ser daxuyaniyên dewleta Tirk ku dibêje ev êrîş wê veguherin êrîşên bejahî, ez dixwazim tiştekî bêjim, ev ne tiştekî nû ye. Ev ne cara yekê ye ku Erdogan gefan dixwe. Beriya çend mehan jî gef xwarin ku di dema guncaw de wê êrîşeke pêk bîne. Lê em dikarin bêjin ku ev êrîş wê ne hêsan be. Wê hêzên me bersiva êrîşan bide, gelê me jî amade ye bersivê bide. Li aliyekî din rewşa herêmê ne wekî berê ye. Belê Tirkiyê di pêkanîna êrîşê li ser herêmê israr dike. Em van gefan cidî digirin. Lê ev nayê wateya ku wê karibe bike an ku wekî berê bi hêsan bike an ku wekî ku berî cîhanê razî bike.“
ʹEM Ê GELÊ XWE BIPARÊZ IN‘
Ebdî diyar kir ku li hemberî êrîşên muhtemel dê bi erka xwe rabin û gel biparêz in û got: "Heger şer dest pê bike wê li cihekî nemîne, wê li hemû cihî belav bibe. Wê berxwedaneke mezin were kirin. Wê dewleta Tirk wekî ku plan kiriye nikaribe xaka me dagir bike."
Ebdî bi domdarî got: "Em bi dostên xwe re yên ku me bi hev re şerê DAÎŞʹê kir, dewam bikin. Hewlanên me hene ku pêşî li vê êrîşê bigirin. Erka van hêzan e jî ku rê li ber van êrîşeke dagirkirinê yên dewleta Tirk bigirin. Em tim bi gel re vekirî bin. Çiqas pêşketin hebin em ê bi gelê xwe re parve bikin. Em ê bi gelê xwe û hêzên xwe re bi vê pêvaoyê bidin û bistînin û em ê dawî bi serkeftî jê derkevin. Ya ku em ji gelê xwe dixwazin ew e ku berxwedanê bidomînin û bi hêzên xwe re bin. Em dizanin ku em di pêvajoyeke zehmet de ne, berxwedana li hemberî balafiran ne tişekî hêsan e
Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê bi vî ruhê berxwedanê bidomîne. Heta ku ev pêvajo bi serkeftî biqede."
ʹEM JI BERÊ BÊHTIR BI HÊZ INʹ
Di dawiya axaftina xwe de Ebdî got: "Ji aliyê xwe ve em ê berxwedana leşkerî bidomînin. Em ê têkoşînê mezin bikin. Ji her êrîşeke muhtemel re em amade ne. Li aliyekî din em hewldanên dîplomasî, siyasî û leşkerî de bi dostên xwe re dewam bikin. Em berxwedana xwe dewam bikin da ku rê li ber van êrîşan bigirin. Em di wê baweriyê de ne ku dewleta Tirk dê vê carê negihêje armancên xwe û dê bi ser nakeve. Em di qadên siyasî û dîplomasî de ji berê xurtir in, Tirkiye ji berê bêtir lawaz e û wê bi ser nekeve. Beriya her tiştî em bi ruhê berxwedana gelê xwe û bi hêza xweser a gelê xwe bawer in. Em di wê baweriyê de ne ku hêza me û hêza gelê me wê bi hev re bibe yek û bi serkeftî ji vê pêvajoyê derkeve."