BI DÎMEN

Malbatên Şehîdan: Gerîla hêz û hebûna gelê Kurd e

Malbatên Şehîdan ên Efrînê ji ANF'ê re diyar kirin ku berxwedan û qehremantiya ku gerîla li çiyayên azad nîşan dide, hêz û morala gelê Kurd bilind dike. Her wiha dan xuyakirin ku wê her tim piştevaniyê bidin gerîla ji ber ku gerîla hebûna gelê Kurd e.

Hesen Birko (Bavê Şehîd Şîlan) li ser berxwedan û qehrematiya ku gerîla li çiyayên azad nîşan dide û destekdayîna wan a ji gerîla re axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir: ''Ev keç û xortên me yên ku li çiyayên azad li ber xwe didin, ne aşiqê xwîn û şerî bûn, ew aşiqê azadiyê ne û ji bo ku azadî û wekheviya xwe bi dest bixin îro li ber xwe didin. Ji ber wê jî  em çi qas qehremantiya wan bînin ziman jî kêm e û dîsa em nikarin mafê wan qehremantiyê bidin. Gerîla zarokên me ne, yên ku parastina rûmeta me dikin ew in. Li çiyayên azad, gerîlayên azadiyê ne tenê li ber xwe didin û şer dikin, di heman demê de di demsala herî zehmet de di wê zivistana sar de li ber xwe didin. Gerîlayên azadiyê tevî hemû şert û mercan jî operasyonên xwe yên li dijî dijmin pêk tînin û derbeyên giran li dijmin dixin.''

Hesen di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bo gerîlayên azadiyê çi bikin jî wê li hember keda wan kêm bimîne û wiha pêde çû:''Hemû berxwedan, qehremantî û îradeya di şexsê gerîla de tê nîşandan, pir biqîmet e. Gerîla hebûn û rûmeta gelê Kurd e û dijminekî weke dijminê gelê Kurd ku duyemîn endamê NATO'yê ye, li hemberî tekoşîna gerîla têk çûye. Em jî weke malbatên şehîdan heya dawiyê li kêleka gerîlayên azadiyê ne û tu carî wan tenê nahêlin. Çimkî dema ku  em gerîlayên xwe berdin em ê îxanetê li şehîdên xwe û zarokên xwe bikin.’’

Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Emel Qehreman jî li ser berxwedana gerîla ya li Qadên Parastinê yên Medyayê  axivî û wiha got: ''Li çiyayên azad tevî wê zor û zehmetiyê gerîlayên azadiyê li hemberî her cûre teknîkên giran li ber xwe didin û tu carî teslîmiyetê qebûl nakin û gav şûnde ne avêtine. Em jî hêz û morala xwe ji wan digirin. Tevî ew qas zor û zehmetiyan gerîlayan bi tekoşîna xwe li seranserê cîhanê deng vedan. Çi ji me tê xwestin em amade ne ku bikin, ji ber ku em û gerîla hev temam dikin.’’

Di dawiyê de endama Komîteya Perwerdeya Saziya Malbatên Şehîdan Arêf Sîdo helwesta xwe bi van gotinan anî ziman: ''Berxwedana ku gerîla li çiyayên azad nîşan dide, berxwedaneke dîrokî û efsane ye û mînaka wê li seranserê cîhanê tune ye. Ji ber ku gerîla xwe weke hêzeke mirovî û berpirsiyarê nirx û exlaqa civakê dibîne. Ji ber vê yekê jî gerîla bê dudilî û baş dizane wê çawa li hemberî dijmin şer bike û derbeyên giran li dijmin bixe û serkeftinê ji gelê xwe re qezenc bike û gelê xwe ji hemû êrîşên dagirkeriyê re biparêze.’’

Arêf di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew gerîlayan ji xwe re weke hebûnê dibînin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:''Em gerîla ji xwe re weke ruh, cewher, rumet û hebûna xwe dibînin. Bi saya gerîla îro li seranserê Kurdistanê dîrokek qehremaniyê tê nivîsandin, ew in ku hêz û moralê didin gelê Kurd. Ji ber wê jî em hebûna xwe di hebûna gerîlayan de dibînin. Ew hêz û rûmeta me ne.’’