Malbatên Şehîdan ên Rojavayî: Li dijî dewleta Tirk em amade bin!

Malbatên Şehîdan ên Qamişlo, Dêrik û Tirbespiyê, pêngava KCK’ê silav kirin, bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk xwe amade bikin.

Dayikên şehîdan û dayikên gerîlayan ên li bajarên Qamişlo, Dêrik û navçeyên Amûdê û Tirbespiyê pêngava KCK`ê ya ku 12`ê Îlonê hate ragihandin, pêşwazî kir û got: "Bi navê dayikên şehîdan û gerîlayan li dijî artêşa Tirk û dagirkirina herêmên Başûrê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên me yên sivîl destpê dikin."

Têkildarî êrîşan daxuyaniyên cuda hatin dayîn. Li bajarê Qamişloyê dayikên şehîdan û dayikên gerilayan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan daxuyanî da. Menîca Heyder daxuyanî xwend. Her wiha li bajarê Dêrikê jî daxuyaniyek hate dayîn û endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Salîha Hacî daxuyanî xwend. Li navçeya Tirbespiyê jî Xerma Xelef li Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan daxuyanî xwend.

Dayikên şehîdan û dayikên şervanên HPG`ê diyar kir ku êdî divê çalakiyên sivîl ên li dijî artêşa Tirk zêdetir bibin, ji ber ku artêşa Tirk hebûna gelê Kurd û gelê herêmê dike armanc.

Dayikan eşkere kir ku artêşa Tirk li dijî zarok û gel rêbazên hovane pêk tîne û li hemberî van êrîşan civaka navneteweyî û herêmî bê deng e, ev jî ji bo artêşa Tirk şewqa kesk e û dihêle sûcên xwe berdewam bike.

Dayikên şehîdan û dayikên gerîlayan eşkere kir ku civaka navneteweyî û hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hemberî gelê Kurd bi erka xwe ranabin. Ji ber gelê Kurd rastî êrîşên çewisandina nasname û dîroka kevnare tên.

Di dawiyê de dayikan bang li civaka Kurdistanê tevahî kir ku divê her tim amade bin û li dijî artêşa Tirk li qadên şer bin.