Malbata şehîdên Newroza Cindirêsê ji bo şehîdên xwe daketin qadan

Li Fafînê a herêma Şehbayê malbata şehîdên şeva Newrozê ya Cindrêsê mîtîng lidar xistin.

Malbata şehîdên şeva Newrozê ya Cindrêsê ku ji aliyê çeteyên El Şerqiyê ve hatine qetil kirin, îro li fafînê mîtîng lidar xistin. Di mîtîngê de deqeyek rêz hat girtin. Daxuyaniyek ji aliyê malbatên şehîdên Newrozê ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de daxwaza mafên şehîdên xwe kirin û diyar kirin ku divê çareseriyek ji bo rewşa Efrînê were kirin.

Di Mîtîngê de Ebdîn Osman ku lawê şehîd Nezmî ye, ji ANF'ê re behsa bûyera şeva Newrozê kir û wiha got: “Di roja 20'ê Adara 2023'an de di roja şeva cejna Newrozê dema ku kurê apê min agirek biçûk pêxistibû, çeteyên El Şerqiye ji bavê min pirs dikin ku kî agir pêxistiye. Dema bavê min dibêje nizanim li bavê min didin, piştî bi qilêşê li bavê min dixin, her 2 apê min û kurê apê min tên li wan jî didin û wan qetil dikin. Ji bo vê jî divê xwîna van şehîdan li erdê nemîne. Banga xwe li hemû Kurdan dikim ku li her derê serî hildin. Ji bo vê malbat li Cindirêsê jî daketiye qadan û daxwaza mafê şehîdan dike.”