Di dema dawî de ji aliyê şevanên QSD'ê ve di pêngava bidawîanîna DAÎŞ'ê de gelek Êzidî ku di dema fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin hatin rizgarkirin û li wargeha Holê ya bajarê Hesekê hatin bicihkirin.
Mala Êzdiyan a Kantona Cizîrê bi hevkariya rêveberiya wargehê gelek Êzidî tespît kir û gihand malbatên wan. Îro jî 13 jin û zarokên Êzidî ku ji nava kampê hatin derxistin, radestî Komîteya Esîra ya ser bi Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatin kirin.
Li gorî agahiyan heke hikumeta Iraqê rê li ber vegera wan negire 13 dîlên Êzidî saet 14:00 wê li navenda PADÊ li Nehiya Sinûnê wê radestî kes û karen wan werin kirin.
Kesên hatine rizgarkirin:
Fehed Qasim (15) Qabûsî
Şaha Revo (30) Tilezêr, li gel du zarokên xwe bi navê Hîda 6 salî û Xelat 5 salî
Zîna Îbrahîm (19) Tilbenat
Navîn Derwêş (24) Şengal
Cîlan Coqî (11) Tel Ezêr
Wetfa Nayîf (10) Telezêr
Heval Reşo (12) Solax
Leyîla Sado (20) Şengal
Heyîfa Sado (16) Rembûsî
Hazim Hiseyîn (17) Rembûsî
Îsra Mistefa (22) Koço