Mala Çavdêriyê: Di êrîşa Tirkan de 6 leşkerên Sûriyeyê mirin

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku di êrîşa Tirkiyeyê de 6 leşkerên Sûriyeyê mirine. Erdogan îddîa kiribû ku 30-35 leşkerên Sûriyeyê mirine.

Piştî ku hate diyarkirin ku rejîma Sûriyeyê bi topan li leşkerên Tirk daye û 4 leşkerên Tirk mirine, dewleta Tirk jî li leşkerên Sûriyeyê dan.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku li başûrê bajarê Sarakebê yê Îdlîbê hêzên Tirk vê sibehê gelek roket avêtine hêzên rejîmê.

Mala Çavdêriyê diyar kir ku di vê êrîşê de 6 leşkerên rejîmê mirine û herî kêm 20 leşker jî birîndar bûne. Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan di destê sibehê de diyar kir ku 30-35 leşkerên Sûriyeyê mirine.

Rejîma Sûriyeyê ya ku Rûsya piştgiriyê didin wan, di hefteyên dawîn de operasyonên xwe yên li vê herêmê zêde kir.