Mabeta ya ku stargeha Elewiyan e

Efrîn di dîrokê bûye stargeha mirovên ku ji ber zilma dewletê reviyane.  Mabeta jî stargeha Kurdên Elewî ne, yên ku ji ber Yavûz Sûltan Selîm, Qirkirina Ermenan û Qirkirina Dersimê sax mane.

Efrîn ku a ku Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan dibêje ‘Mîrata Osmaniyan e’ û wê dagir dike, di dîrokê de bûye stargeha kesên ku ji ber Osmanî û dewleta Tirk reviyane. Li ser bi hezaran Elewî, Êzidî, Ermen, Tirkmen û gelên din niha jî dagirkeriya neo-Osmaniyan heye.

ZINCÎREYA ZILMÊ

Navçeya Mabetayê ya Efrînê bi taybetî bûye stargeha kesên Elewî. Li Mabetayê gelek Kurdên Elewî, ji ber qirkirina Yavûz Sûltan Selîm berê xwe dane vê derê. Piştre jî li ser kesên Elewî zilm bi dawî nebûye û di sala 1915’an de, di dema qirkirina Ermenan de, gelek kesên Elewî ji Bakurê Kurdistanê koç kirine û berê xwe dane Mabetayê. Heman zincîreya zilmê di sala 1937’an de di dema Qirkirina Dersimê de jî pêk hatiye û gelek Kurdên Elewî berê xwe dane Mabetayê.

MEXDÛRÊN XELEQA DUYEMÎN A ZILMÊ

Huseyîn Hasan Ala yê 77 salî jî yê ku em li Mabetayê lê bûn mêvan, Elewiyekî mexdûr ê xeleqa duyemîn a zilmê ye. Apê Huseyîn ji ANF’ê re nirxand bê ka çawa Mabeta ava bûye û Mabeta çawa bûye stargeha Elewiyên ku ji ber zilma Osmanî û Tirkiyeyê reviyane. Huseyîn Hasan Ala diyar dike ku Mabeta berê gund bû û ev gund ji aliyê du malbatan ve hatiye avakirin.

KOÇA JI ELBISTANÊ

Huseyîn Hasan tiştên ku ji kalikên xwe hîn bûne vedibêje û diyar dike ku malbata wan ji xeta Meletî-Elbistanê koç kirine û hatine li Mabetayê bi cih bûne û destnîşan ku beriya wan malbata bi navê Karpêz li vê derê bûye. Apê Huseyîn dibêje, “Li vê derê malbata me, ango Malbata Ala û Malbata Karpêz digihêjin hev û her yek li aliyekî gund dimînin. Yên me dixwazin vegerin gundê xwe lê kesên ji mala Karpêz diyar dikin ku heke ew vegerin ew ê Osmanî wan qetil bikin. Yên me jî dimînin.”

‘EM ŞAXÊN HEMAN DARÊ NE’

Apê Huseyîn diyar dike ku 7 bavik in ew li vê derê ne û bi demê re gelek kesan koç kirine û hatine li vê derê bi cih bûne. Apê Huseyîn dibêje ku, “Piştre Sunnî, Êzidî û gelek malbatên ji gelên cihê hatin li gundê me bi cih bûn. Lê koça herî mezin di sala 1937-38’an de çêbûye. Wê çaxê ez ji dayîk nebûbûm. Li ba me hîç cudabûn çênebûye, em hemû li ba hev dijiyan. Em şaxên heman darê bûn. Kurdbûnî em dianîn ba hev.”

NAVÊ MABETAYÊ

Huseyîn Hasan dibêje ku li ser navê Mabetayê du çîrok hene û axaftina xwe wisa didomîne, “Li gorî me, navê gund ji ‘Mabet’ê tê. Herdu malbatên Elewî li vê derê ‘Mabet’ çêkirine û ji ber ku li herêmê tekane gundê Elewiyan e, wisa bi nav bûye. Çîroka din jî ev e ku, herdu malbatan ji hev hez kirine û bûye cihê ‘Mûhabbet’ê û bi demê re jî  bûye Mabeta. Lê ya pêşîn bêtir nêzî aqilan e.”

DEWLETA TIRK ÇAV BERDA AXA ME

Huseyîn Hasan Ala diyar dike ku li Bakurê Kurdistanê merivên wan û hene û ew ji eşîra Alayê ne û her dem li ser wan zilma dewleta Tirkiyeyê hebûye. Apê Huseyîn diyar dike ku ev der ax û warê wan e, lê dewleta Tirkiyeyê çav berdide axa wan û hemû cîhan li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng dimîne.