Li Zirganê 3 gund hatin bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker ji danê sibehê ve gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike, herî dawî jî 3 gundên Zirganê hedef girtin.

Dewleta Tirk a dagirker bi taybetî ji 19’ê Mijdarê û vir ve sûcên şer ên dijwar pêk tîne, bi zanebûn û sîstematîk binesaziya sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef.

Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker saet derdora 14.50’an gundên Um Heremlê, Dad Ebdal û Bobî yên bakurê navçeya Zirgan a kantona Hesekê bi çekên giran topbaran kirin.

LI KOBANÊ ÊRÎŞ BELAV DIBE

Dewleta Tirk a dagirker taxa Kurdan a li rojhilatê Kobanê bombebaran kir.

Di êrîşê de zarokê bi navê Mecdar Mihemed ê 12 salî birîndar bû. Zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Her wiha dewleta Tirk saet derdora 14.00’an de gundê Zormixar û gundê Ehmed Munir ên li rojavayê Kobanê bombebaran kirin. Der barê êrîşê de agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.

Li gorî saeta herêmî saet 14:30’an gundên Xerbîsan û Qeremox ên li rojhilatê bajêr û gundê Çariqlî yên li aliyê rojava bi obus û tankan hatin bombekirin.

GUNDÊN MINBICÊ HATIN BOMBE KIRIN

Di heman demê de gundên Seyda û Yalanli yên rojavayê Minbicê bi awayekî hemwext bi obusan hatin bombekirin.

Hat ragihandin ku êrîş ji baregeha dewleta Tirk a dagirker a li gundê Şêx Nasir ê başûrê Cerabulusê hatiye kirin.

HERÊMA ŞEHBA

Dewleta Tirk li gorî saeta herêmî saet 11.30’an careke din dest bi bomberdûmana Eyn Deqne û Balafirgeha Minix kir.

Bi şev saet di 01:00 de jî balafirgeh hatibû bombekirin.

Tenê di 24 saetên dawî de zêdetirî 20 herêmên kantonên Şehba û Efrînê hatine bombebarankirin. Li gorî çavkaniyên herêmî derdora 320 obus, hawan û topên tankan li van kantonan ketine.