Li xeta Heleb-Îdlibê hevalbendên Tirkiyeyê bi hev ketin
Li bakurê Sûriyeyê, şerê navbera komên çete yên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, dewam dike.
Li bakurê Sûriyeyê, şerê navbera komên çete yên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, dewam dike.
Şerê navbera Heyet Tahrîr Şam a ser bi El Qaîdeyê û hevalbendê wê yê berê koma Nûreddîn Zengî dijwar dibe. Ahrar Şam jî raighand ku wê li dijî Tahrîr Şam şer bike.
Çeteyên Heyet Tahrîr Şam duh êrîşî çeteyên Nûreddîn Zengî yên li Kafr Naha kirin ku li rojavayê Helebê ye. Li ser vê yekê koma Nûreddîn Zengî êrîşî Daret Îzzeyê kirin. Heyet Tahrîr Şam ragihand ku şer bi çekên giran û tankan hatiye kirin.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, Tahrîr Şam avahiya dadgehê ya bajêr a koma Nûreddîn Zengî kiriye hedef û 'qadî yê şerî' Ebû Mucahîd el Misrî jî hatiye kuştin.
Komên çete yên navborî ji Tirkiyeyê destekê digirin. Şerê navbera komên çete yên AKP piştgiriya wan dike, weke têkçûna planên Enqereyê tê şîrovekirin.