Li Tirbespiyê cenazeyê Berşeng Qamişlo hate veşartin

Welatiyên Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG′ê Berşeng Qamişlo bi merasîmeke heybet ve li Goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin.

Bi sedan welatiyên Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG′ê Mihemed Ebdulmuhîm (Berşeng Qamişlo) li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.

Li goristanê merasîm ligel deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Celal Hisên, Serokê Desteya Şûnwaran Hisên Elî û birayê şehîd Ehmed Muhemed, axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirin ku bi saya xwîna şehîdan, gelek serkeftin li Rojava û Bakurê Sûriyê hatin bidestxistin.

Her wiha diyar kirin ku şehîd gelan ji zilmê û zordestiyê azad dikin û soza şopandina rêya wan hate dayîn.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbatê hate kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin.