Li Tirbespiyê bombe li embarên genim hate barandin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li embarên genim ên li Tirbespiyê û gundê Dugirê barand.
Dewleta Tirk a dagirker bombe li embarên genim ên li Tirbespiyê û gundê Dugirê barand.
Êrîşê bi dema herêmî saet di 14:40'î de destpê kir. Dewleta Tirk bombe li embarên genim ên bi 2 kîlometreyan dûrî navenda navçeyê ne, barand. Herî kêm 3 top li herêmê ketin.
Di heman demê de êrîş li ser gundê Dugirê yê li ser rêya Qamişloyê hate kirin.
Di heman demê de navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê û gundê Bêlûniyê hatin bombekirin.