Li Til Temirê êrîşa hewayî: Kesek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov û biçek vê carê jî li Til Temirê welatî kirin armanc. Di encama êrîşê de welatiyek birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov û biçek vê carê jî li Til Temirê welatî kirin armanc. Di encama êrîşê de welatiyek birîndar bû.
Li gorî çavkaniyên herêmê balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker gundê Til Lebenê yê girêdayî navçeya Til Temir a Hesekê bombebaran kir.
Hat ragihandin ku di encama êrîşê de welatiyek birîndar bû.