Li Til Temirê dagirkerî hat protestokirin

Êrîşên dagirkeriyê yê dewleta Tirk li Til Temirê bi meşekê hate protestokirin.

Li Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê bi sedan kes ji Hêzên Ewlekariyê ya Hindirîn, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, endamên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl dagirkeriya Tirk protesto kirin.

Çalakvan ku li ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin cem hev pankarta li ser hatibû nivîsandin “Ji terora Erdogan re na” hilgirtin.

Meş li dawiya Kolana Filistînê bi mîtîngekê bi dawî bû. Di mîtîngê de li ser navê partiyên siyasî Mihemed Seîd Ehmed, berxwedaniya hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gerîlayên HPG ya li hemberî dagirkeriya Tirk silav kir. Ehmed bi bîr xist ku yekemîn salvegera êrîşên dagirkeriyê ya li hemberî Serêkaniyê û Girê Sipî nêzîk dibe û birînên her du bajaran kûr in.

Li ser navê Kongreya Star Eyhan Yûnûs jî rexne li Yekîtiya Ewropa (YE) û rêxistinên mafên mirovan girt û diyar kir ku hebûna wana tenê weke nav li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Eyhan Yûnûs tekez kir ku YE û rêxistinên mafên mirovan li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk erkên xwe bi cih neanîne. Yûnûs her wiha bang kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk yekgirtî bibin.