Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Til Birakê hatin şermezarkirin

Ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Ji destpêka hefteyê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê tên lidarxistin.

Roja Sêşemê piştî navenda bajarê Qamişlo û navçeya Til Hemîsê vê carê li navçeya Til Birakê meşek hate lidarxistin.

Di meşê de ku li xaçerêya Firinê dest pê kir, pankartên li dijî dagirkeriyê hatin hildan û dirûşm hatin qîrîn.

Piştî meşê li xaçerêya şehîdan mîtîngek hate lidarxistin. Bi navê Meclîsa Til Birakê Ebd El Selam El Hesanî axivî û bi bîr xist ku dewleta Tirk bi çekên giran li Zirganê û Til Temirê êrişî sivîlan dike.

El Hesanî ragihand ku dewleta Tirk li Sûriye, Iraq, Lîbya û gelek herêman yekser êrişî sivîlan dike û diyar kir, "Dewleta Tirk êrişî gelên ku azadiyê dixwazin dike. Em saziyên navneteweyî yên li pêşberî êrişên dewleta Tirk bêdeng in şermezar dikin. Divê êriş tavilê bên rawestandin."

Mîtîng bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.