Li Til Temirê ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Ciwanên Til Temîrê ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan, diyar kirin ku ew ê heta azadiya wî ya fîzîkî li qadan bin.
Ciwanên Til Temîrê ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan, diyar kirin ku ew ê heta azadiya wî ya fîzîkî li qadan bin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê meşeke bi meşayalan li dar xist.
Meş ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê, dest pê kir û li kolana Kehrebeyê rawestî û veguherî mitingê. Di mitingê de, endama rêveberiya tevgerê Ebdulqadir Haşim Ebdulqadir daxuyaniyek xwend û got: “Em sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û AKP`ê ve tê kirin, şermezar dikin. Ew bi rêbazên herî hovane êşkence li Rêbertî dikin û li ber çavên cîhanê, hevdîtinên bi malbat û parêzeran lê qedexe dikin.
Em bang li kesên xwedî wijdan dikin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan rawestînin. Em êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan li herêmê şermezar dikin. Heta komploya navneteweyî eşkere bibe em wê li qadên berxwedana îdeolojî bin.
Em bang li tevgerên ciwanan û azadîxwaz dikin ku têkoşînê mezin bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.”