Li Til Rifat û Minbicê dewleta Tirk hate protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Eyn Îsayê, li Til Rifat û Minbicê bi meşen girseyî hate protestokirin.

Li Til Rifat a girêdayî Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Suriyeyê û Tevgera Xwendekarên Demokratîk ên Efrînê meşek lidar xistin.

Di meşa ku ji Qada Bazarê destpê kirî de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Niha Dema Azadiyê ye”, “Bimire Xiyaneta PDK” û “Bijî Berxwedana Gerîla” hilgirtin.

Piştî meşê li navenda navçeyê mitîngek hate lidarxistin. Endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê Rîm Dada daxuyanî xwend. Rîm Dada bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsayê şermezar kir û got ev êriş wê negihêje armancên xwe.

Li Minbicê bi banga Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û bi koordîneya meclisa xeta bajarokê Ebû Qelqel a başûrê bajarê Minbicê, bi sedan kes daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin.

Meşa ku bi dehan şêniyên xeta Muhterek û Til Hozanê tevlî bibûn, ji pêşiya çerxerêya bajarokê Ebû Qelqel dest pê kir. Di meşê de alên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Meclisa Malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsên "Bi yekîtiya gelan em ê li hemberî dagirkeriya Tirk serbikevin", "Em lihevkirinên ku me qetil dike û bajarê me wêran dike red dikin" û "Vîna me ji gefên we bi hêztir e" hatin hildan.

Meş li pêşiya avahiya Meclisa Xeta Ebû Qelqel rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Yekitiya Jinên Ciwan, endama meclisê Sîdana Henûş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk dagirker û çeteyên wê yên li Eyn Îsayê û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kirin.

Her wiha berxwedana QSD'ê ya li hemberî êrişan hate silavkirin û hate diyarkirin ku ewYekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li gel QSD’ê ne.

Piştre, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ji projeyên biratiya gelan û Netewa Demokratîk ditirse.

Şêxo bang li civaka navneteweyî kir ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Xeta Ebû Qelqel Riyad Elawî jî got: "Em hemû destwerdanên Tirkiyeyê yên di xaka Sûriyeyê de û planên wê yên dagirkirinê red dikin, her wiha em bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê me şermezar dikin."