Li Tebqayê tûgaya leşkerî hate avakirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li rojavayê bajarê Tebqayê ragihand ku tûgaya leşkerî hatiye avakirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 14’ê Mijdara 2017’an de li gundê Sefsafê yê dikeve rojhilatê bajarê Tebqayê tûgaya leşkerî ava kiribû. Li rojavayê Tebqayê jî bi tevlîbûna 160 şervanan îro avakirina tûgaya duyemîn hate ragihandin. Şervanên ku tevlî vê tugayê bûne di “Dewreya Şehîd Xalid Îlêwî” de 35 rojan perwerdehiya leşkerî û bîrdozî dîtin.

Dewreya Şehîd Xalid bi merasîmekê bi dawî bû. Fermandara QSD’ê Rojda Felat, hevserokên Meclîsa Rêveber û Meclîsa Zagonsaz ên bajarê Tebqayê jî beşdarî merasîmê bûn.

Hevserokê Komîteya Parastinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Mihemed Xalid di merasîmê de axivî û avakirina tûgaya  leşkerî ku dikeve çarçoveya xurtkirina xebatên parastinê, pîroz kir.

Piştî axaftinan, şervanan sond xwarin ku axa welat biparêzin. Di dawiyê de şervanan govend gerandin.

Şehîd Xalid Îlêwî yê ku dewreya perwerdehiyê bi navê wî hatiye organîzekirin, di Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûbû.