Li Tebqayê hucreyeke ya DAIŞ’ê hate îmhakirin

Li Tebqayê ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hindir ve, maleke hucreyî ya 4 çeteyên DAÎŞ’ê têde bûn hate îmhakirin.

Li Tebqayê hucreyeke çeteyên DAIŞ’ê hate dîtin. Hêzên Ewlehiya Hindir li ser îxbara welatiyan a li taxa Mesher a rojhilatê bajêr hucreyeke ya çeteyan heye, ketin nava liv û tevgerê, mal dorpêç kirin.

Di navbera Hêzên Ewlehiya Hindir û 4 çeteyên DAIŞ’ê yên di mala hucreyî de bûn şer qewimî. Di şerê qewimî de 3 çete hatin kuştin û çeteyekê jî bombeya li ser xwe teqand.

Di hucreya DAIŞ’ê de rêjeyek çek û cebilxane hate desteserkirin.