Li Tebqayê cenazeyê şehîd Zêdan hat veşartin

Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyê şervanê YPG′ê Zêdan bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Tebqayê û navçeyên wê, her wiha Endamên saziyên sivîl û leşkerî ji bo merasîma cenazeyê şervanê YPG′ê Elî Zêdan (Zêdan) ber bi Goristana şehîdan a Tebqayê ve ketin rê.

Li goristanê merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Hevseroka Komîteya Karûbarên Malbatên Şehîdan Ebîr Mûsa, axivî û diyar kir ku pênûs nikarin berxwedan û têkoşîna ku hatine kirin, binivîsin. Mûsa di berdewama axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre Fermandarê YPG′ê Umîd Gabar jî axivî û destnîşan kir ku civîna dawî ya Serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê û Soçî domandina komployên li dijî gelê Kurd e û wiha pêde çû: ″Dîrok xwe dubare dike û careke din Tirk, Faris û Ereb dixwazin axa welatê me ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, li hev par bikin. Rêjîma Baas jî bi dewleta Tirk re dibe alîkar da bi dagirkeriya Efrîn împaratoriya Osmanî vejîn bikin. Banga me ji hemû gel re heye ku li hember komployên dijmin bibin bersiv.”

Her wiha Endama Komîteya Têkîliyên Giştî ya Meclîsa Rêveber a Tebqayê û Endamê Meclîsa Lihevanîna Êlan Ehmed Hisên jî axivîn û da xuyakirin ku bajarê Reqayê bi saya fedekariya şehîdan hat rizgarkirin. Her wiha diyar kirin ku gelên herêmê amade ne ewlehiya welatê xwe biparêzin.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û tîlîliyên dayikan de hat veşartin.