Li taxên Berîd û Hitîn şerê dijwar diqewimin

Li taxên Berîd û Hitîn şerê dijwar rû dide, wesayîtekî  bombebarkirî ya çeteyan hat rûxandin.

Şervanên QSD′ê peveçûna xwe li rojavayê Reqayê didomînin. Îro li Taxa Berîd şerekî dijwar rû da û çeteyên DAIŞ′ê hewl dan bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşî nuqteyên şervanan bikin. Lê wesayît beriya ku bigihêje armanca xwe, ji aliyê şervanan ve hat teqandin. Li taxê şer bi dijwarî didome.

Li Taxa Hitîn a rojhilatê bajêr jî, şerê di navbera şervanan û çeteyan de,  bi dijwarî didome.

Têkildarî encamên şer ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.