Li taxeke Şamê bi kêmanî 1500 kes hatin tehliyekirin
Li taxeke Şamê bi kêmanî 1500 sivîl û endamên komên çekdar hatin tehliyekirin. Rejîm plan dike ku ji herêma Şamê hemû çekdaran derxe.
Li taxeke Şamê bi kêmanî 1500 sivîl û endamên komên çekdar hatin tehliyekirin. Rejîm plan dike ku ji herêma Şamê hemû çekdaran derxe.
Taxên Barze û Teşrînê yên ku ji sala 2012’an de û vir ve di bin kontrola komên çekdar de ne hatin valakirin, taxa Kabûnê jî tê tehliyekirin.
Roja yekşemê li taxa Kabûnê bi otobusan endamên komên çekdar û sîvîl hatin derxistin. Hat ragihandin ku bi kêmanî 1500 sîvîl û endamên komên çekdar hatin tehliyekirin.
Ji roja çarşemê û vir ve yekîneyên rejîma Sûriyeyê li Kabûnê bi pêş ve diçin. Roja şemiyê bi dehan endamên komên çekdar hatin dorpêçkirin û li wan hat ferzkirin ku tevî çekên xwe teslîm bibin.
Tê ragihandin ku ji ber şer û bomberdûmanê li taxê xisarên maddî çêdibin. Çavkaniyên leşkerî yên rejîmê diyar dikin ku ji bo operasyona Kabûnê şeş meh in amadekarî tên kirin.
Roja înê jî 1200 sîvîl û endamên komên çekdar ji taxên Barze û Teşrînê hatibûn derxistin û ew şandibûn herêma Îdlîbê.
Ji xeynî taxên Barze, Kabûn û Teşrînê, li taxên Cobar, Tadamûn û Yarmûkê komên çekdar hene.
Komên çekdar piştî ku li hemberî hêzên rejîmê herêm ji destê wan derketibûn, peymanên ji bo tehliyekirinê qebûl kiribûn.
Neteweyên Yekbûyî vê rewşê bi çavê “koçberiya bi darê zorê” dinirxîne û diyar dike ku ev tişt li hemberî mirovayetiyê sûc e.