Li Sûriyeyê êrişên Îsraîlê: 10 milîsên alîgirê Îranê hatin kuştin

Li Sûriyeyê, di êrişên hewayî yên roja Duşemê de herî kêm 10 milîsên alîgirê Îranê hatin kuştin ku tê gotin piraniya wan Iraqî ne.

Li gorî Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, êriş dibe ku ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hatibin kirin.

Li gorî daxuyaniyê, li başûrê bajarê Bûkemalê, "nuqteyên milîsên alîgirê Îranê" bûne hedef û di encamê de "8 şervanên Iraqî û 2 şervanên Sûriyeyî" mirine.

Hate ragihandin ku di êrişan de depoyên cebilxaneyan û wesayit hatine îmhakirin.

Hefteya derbasbûyî jî sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê li rojhilatê bajarê Helebê "Li dijî êrişa Îsraîlê" çalak bûbû.

Li gorî hin çavkaniyan, di êrişên hefteya derbasbûyî de li febrîqeyeke fuzeyan a Muxafizên Şoreşê yên Îranê ya li bajarê El Safîreyê hatiye xistin.

Ji destpêka meha Îlonê ve 16 milîsên alîgirê Îranê li rojhilatê Sûriyeyê di êrişên hewayî de hatin kuştin. Hatibû ragihandin ku êriş ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin. Îsraîl heta niha kêmcaran berpirsyariya êrişê li xwe digire.