Li Sûriyeyê di êrîşa Îsraîlê de 2 milîsên alîgirê Îranê hatin kuştin
Îsraîlê ragihand ku dawiya hefteyê li Sûriyeyê di êrîşa hewayî de 2 milîsên alîgirê Îranê hatine kuştin.
Îsraîlê ragihand ku dawiya hefteyê li Sûriyeyê di êrîşa hewayî de 2 milîsên alîgirê Îranê hatine kuştin.
Şeva Şemî û Yekşemê li Hûmsê êrîş hate kirin ku di nava çar rojan de bû êrîşa sêyemîn. Îsraîlê ragihand ku droneyeke li ser xaka wan digeriya roja Yekşemê xistine.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di êrîşa Îsraîlê de ya roja Yekşemê, 2 şervanên alîgirê Îranê hatin kuştin. Di êrîşê de 5 endamên parastina hewayî yên Sûriyeyê birîndar bûn.