Li Sûriyeyê bi dehan leşker mirin

Li Sûriyeyê di êrişekê de ku li dijî hêzên rejîmê hate kirin, herî kêm 37 leşkerî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daneyên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda xwe li Londonê ye, li Dêra Zorê li dijî otobusên ku hêzên rejîmê tê de bûn êrişek hate kirin û di encamê de bi dehan leşker mirin. Di vê êrişê de ku hate îdîakirin ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatiye kirin, herî kêm 37 leşker mirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Sûriyeyê SANA'yê di êrişê de '25 welatî' mirine û 13 jî birîndar bûne.

Dîrektorê SOHR'ê Ramî Abdel Rahman diyar kir ku êriş li dijî sê otobusan hatiye kirin, lê belê du ji wan ji êrişê rizgar bûne.

Rahman ragihand ku ev yek mezintirîn êrişa DAÎŞ'ê ya salên dawî ye ku bi operasyona mezin a Hêzên QSD'ê di sala 2019'an de têk çûbû.