Li Sûriyeyê 18 şervanên alîgirê Îranê ji ber êrîşa hewayî mirin

Li rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrîşa hewayî 18 şervanên alîgirê Îranê mirin.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, balafirên şer şeva Yekşem-Duşemê li herêma Bûkemal a li sînorê Iraqê bombe li çeperên hêzên Îranî û milîsên tifaqa wan barandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 18 şervan di êrîşê de mirine lê ne diyar in ku ji kîjan welatî ne.

Her wiha eşkere nebû ku balafirên şer ên kîjan welatî bûn. Lê belê balafirên şer ên Îsraîlê li Sûriye û Iraqê mehên dawî gelek caran êrîş kirin. Di êrîşan de li Îranê û Hîzbûllahê ku tifaqa Îranê ye hate xistin. Her wiha milîsên Şîa yên alîgirê Îranê yên li Iraqê jî bûn hedefa êrîşan. Li Lubnanê jî aloziya navbera Îsraîlê û Hîzbûllahê mezin dibe. Fikar hene ku eniyeke nû ya şer li wê deverê dest pê bike.