Li Sirînê meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan

Bi pêşengiya jinên ciwan, şêniyên navçeya Sirînê ya kantona Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Bi pêşengiya endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê, şêniyên navçeya Sirînê ya kantona Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya  Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Di meşa bi dirûşma"Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hat lidarxistin de, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Ciwan fedaî Rêber Apo ne" hatin hildan. Her wiha bê navber dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Meş ji pira Sirînê dest pê kir û li ber avahiya şaredariyê veguherî mîtingê.

Li vir berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Neda Şahîn  axivî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Neda Şahîn got: " Em ê heta dawiyê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bin. Em ê têkoşînê bidomînin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

Mîtîng bi dirûşman bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.