‘Li Serêkaniyê û Efrînê ya di bin kontrola Tirkiyeyê de ye sûcên şer tên kirin'

NY bal kişandin ser sûcên şer û mirovahiyê yên dewleta Tirk û hêzên SMO yên yên li Efrîn û Serêkaniyê pêk anîn. Sûcên şer wiha hatin rêzkirin: “Destavêtin, dizî, bi zorê dest danîna ser milkên taybet, tinekirina mîrasê çandî û hwed..’

Komîsyona Lêpirsîn a Sûriye ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî, rapora têkildarî Sûriye ya xwe dispêre xebatên li qadê yên di navbara 21’ê Çile-Hezîranê de hatibû amadekiri, eşkere kir. Rapoa ku li 45’emîn Rûniştina Mafê Mirovan a li Ofîsa NY ya Cenevreyê hate nîqaşkirin, Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paûlo Sergîo Pînheîro bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir.

Di raporê de hate destnîşankirin ku hemû aktorên bi çek ên li Sûriyeyê bi domdarî sivîlan dikin hedef û got: “Tevî agirbestê jî, Sûriyeyî tên kuştin, bi zoriyên cidî û rû bi rûyên binpêkirinên mafên bingehîn tên.”

Rapora ku ji 25 laperî pêk tê bal kişandiye ser hemû binpêkirinên mafan ên aktorên li herêmê û hate gotin ku êrîşên zayendî yên li ser jin û zarokên keç, tundiya li ser sivîlan, bi zorê dest danîna ser milkên taybet her roja diçe zêdetir dibe.

Her wiha di raporê de cih hatiye dayîna binpêkirinên mafên mirovan ên hêzên hikûmeta Sûriye û komên terorîst ên cîhadî yên li Îdilb û her wiha sûcên şer û yên dewleta Tirk a li Efrîn û Serêkaniyê jî.

Di raporê de bal hatiye kişandina ser van xisûsan:

ÊŞKENCE, XESP Û TALAN

“Hêzên SMO di serî de bi zextê, êşkence û zorê dixwazin di serî de Kurdan welatiyên herêmê ji herêmê derbixin. Malên taybet ên gelek kesî hatin dizîn û talankirin. Malên ku bi zorê tên desteserkirin û valakirin şervanên SMO yan jî malbatên wan dikevinê. welatiyên Kurd bi sîstematîk tên êşkencekirin.

Hêzên SMO’yê li herêma Efrînê Kurdan ji cihê wan dike, bi zorê dest datîne ser milk û emlakên wan. Tûgaya Suleyman Şah mal bi mal digerin, bi armanca kesên ji derveyî Efrînê tên ji bo bi cih bikin, malbatên Kurd ên jêrî 3 ferdî bi neçarî ji malê derdixin. Dîsa welatiyên Kurd ji bo li ser ax û warê xwe bijîn bac ji wan tên girtin.

SMO li Efrînê mal bi mal digerin û ji walatiyên Kurd daxwaza belgeya xwedîbûna mulkiyetê dikin, yên ev belge nîne, bi zorê ji malên wan derdikin û koçber dikin.

BI ZORÊ KOÇ DIKIN Û DEST DATÎNIN SER MALÊN WAN

Mîna Efrînê Serêkaniyê ya bi ‘Tevgera Bariş Pinari’ a Cotmeha 2019’an ji ber şer Kurdên ku neçar mabûn malên xwe biterikînin, hêzên SMO dest danîne ser mal û milkên wan. Bi vî awayî rê nayêdayîn ku ew welatî vegerin. Hêzên bi çek ên li herêmê malên Kurdan îşaret dikin û sivîlan neçarî koçberiyê dikin. Yên vedigerin jî neçar dikin dîsa koçber bibin.

Kelûpelên nava malan hatin dizîn li cihên cuda tên firotin. Tûgaya Sûltan Mûrat kelûpelên ku dizîn li depoyekê kom kirin û piştre dubare difiroşin xwediyê malan. Ev jî dide nîşandan ku polîtîkayeke berê hatiye amadekirin.

Tûgaya Hamza bi zorê dest datînin ser malên Kurdan û piştre jî van malan girêdayî saziyeke dewleta Tirk dike an jî dike navendeke ya qûrsa Quranê. Vekirina van navendan jî ji aliyê Waliyê Rihayê ve hatiye kirin. Dîsa Hêzên Biçek ên Tirk malên sivîlan ên li Gundê Dawitiyê bi armanca leşkerî bikartîne. rê nadin ku welatiyên vî gundî vegerin ser malên xwe. TSK di meha Nîsan û Hezîranê de hinek malên vî gundî şewitandin û hienk jî bi armancên leşkerî bikar tîne.

Welatiyên Efrîn û Serêkaniyê yên bi awayekî sîstematîk malên wan tên dizîn, dema ku serdanê li rayedarên bilind ên SMO’yê dikin, berdêla vê êşkence, revandin û piştî revandinê jî li pêşberî pereyan tên berdan.

RAYEDARÊN TIRK LÊPIRSÎN Û ÊŞKENCE DIKIN

Kesên li Efrîn û Serêkaniyê ji aliyê hêzên SMO’yê ve tên destgîrkirin û piştre tên girtin û êşkencekirin bi hinceta ku berê têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hene û ev kes ji aliyê rayedarên Tirk ve tên lêpirsîn.

Mirovên ku li Efrînê tên girtin piranî li girtîgehên navendî ya Efrîn an jî li avahiya Lîseya Aborî ya Efrîn û îro jî weke Biryargeha Polîsên Leşkerî ya SMO tê bikaraîn di girtîgehên bin erdî de tên ragirtin. Hinek girtî jî nayê zanîn birine kû û agahî bi malbatan re nayê parvekirin.

Her wiha sivîlên eslê xwe Kurd û dîsa welatî ji ber ol û netewa xwe tên lêpirsîn û bi rojan tên êşkencekirin, birsî û bê av dihêlin.

Du jinên ku Mijdara 2019’an hatibû destgîrkirin ji aliyê hêzên SMO’yê ve li Serêkaniyê dema ji aliyê rayedarên Tirk ve dihatin lêpirsîn hêzên SMO bi destavêtina wan ew tehdît kiriye.

JINÊN ÊZIDÎ NEÇARÎ ÎSLAMYETÊ DIKIN

Li Serêkaniyê jin jî di nav de gelek sivîl ji aliyê SMO'yê ve hatin destgîrkirin û bi hinceta têkiliya 'bi terorê' re ji aliyê rayedarên Tirk ên li herêmê ve sewqî Tirkiyeyê hatiye kirin û li ser aqûbeta van kesan ti agahiyek nehatiye girtin.

Jinên Êzidî yên li Serêkaniyê û Efrînê ji aliyê SMO’yê ve hatin destgîrkirin di bin kontrola rayedarên Tirk de neçar kirine ku bikin Îslam. Di nava Mijdara 2019’an û Tîrmeha 2020’ê de li Serêkaniyê û Efrînê 49 jinên Êzidî ji aliyê hêzên SMO’yê ve hatine girtin.

DESTDIRÊJÎ Û DESTAVÊJIN JIN Û MÊRAN

Siberoja jinên Kurd ên li Efrîn û Serêkaniyê nediyar e. Ji ber tirsa hêzên SMO yên di bin kontorla Tirkiyeyê de ne jin di malê de asê mane. Jin û zarokên keç ji aliyê vê hêzê ve tê destgîrkirin û destdirêjî û destavêjin wan.

Dîsa li girtîgehên Efrînê tundiya li ser jin û mêr hatiye belkgekirin. Hêzên SMO’yê mêrek neçar kirine ku şahiyê ji destavêtina zarokekê re bike. Bi girseyî destavêjin zarokan.

DI MEHEKÊ DE 30 JIN HATIN ZEWIDANDIN’

Di meha Sibatê de destavêtin 30 jinan. Hêzên SMO yên di avêjin ser malan êrîşên zayendî li ser jinan dikin, an jî dest davêjin wan. Yên vê dikin nayên cezakirin.

Tûgaya Sûltam Mûrat jinên Kurd direvînin û neçarî zewacê dikin. Di meha Çileyê de endamekî vê Tûgayê jinek revandin û neçarî zewacê kirin. Mehek piştre jî ev jin berda.

MÎRASÊ ÇANDÎ TÊ TINEKIRIN

Li herêmên ku di bin kontrola dewleta Tirk û çeteyên wê de ne mîrasê çandî tê tinekirin. hêzên SMO’yê li Efrînê gelke mîrasê çandî û olî tine kirin. Li herêma Efrînê Qastel Jîndo, Qibaar, Cindayrîs, Sharran û gelek goristan û merqebên Êzidiyan hatin dizîn û talankirin.

Hemû binpêkirinên mafên mirovan û sûcên şer ên li Efrîn û Serêkaniyê bi vekirî binpêkirina mafên hiqûqa mirovî ya navneteweyî ne, dewleta Tirk ji van sûcan berpirs in.

Hêzên Tirk ji dizîna milkên sivîlan û bûyerên destdanîna ser haydar in, destgîrkirin û êşkencekirina sivîlan di bin kontrola rayedarên Tirk de pêk hatine. Rayedarên Tirk ên li pêiya vê nabin asteng, lixwegirtinên Tirkiyeyê binpê kirine.”

Komîsyonê diyar kir ku yên li Sûriyeyê hatine destgîrkirin û ji bo bên darezandin bi awayekî bê hiqûqî şandina Tirkiyeyê bibîr xist ku wê di çarçoveya sûcê şer de binirxîne û got: “Ev rewş dide nîşandan ku SMO û hêzên Tirkiyeyê di bin rêveberiyek û kontroleke ya hiyarerşî de ye. Sûcên şer ên van koman kirine, wê li ser bingehê ferman û navenda kontrolê bê nirxandin.”