Li Serêkaniyê du xwîşk hatin qetilkirin

Li Serêkaniyê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye di nava hefteyekê de du xwîşk hatin qetilkirin. Birayên wan got ku “Em qatilan baş nas dikin, berê di nav DAÎŞ’ê bûn a niha jî ketina nav Artêşa Mîllî.”

Di 24’ê Çileyê de saet di 13.00’an de çeteyên Ahrar El Şarqiye yê dewleta Tirk li gundê Rawiyê yê Serêkaniyê Cemîle Ehmed Elmusa (30) û Xadîce Ehmed Elmusa (45) qetil kir.

Birayê van xwîşkan Hasan Ehmed Elmusa ji ANF’ê re qala vê qetlîamê kir.

‘JI ALIYÊ AHRAR EL ŞARQIYE HATIN QETILKIRIN’

Hasan Ehmed El Musa yê li Reqayê dijî, qala bûyerê kir û got “Wê rojê cîranên me pê dihisin ku ji mala me dengê çekan tê û diçin ber bi mala me. Dema diçin malê dibînin ku motorbisiklêta Ahmet Omer Abdullah ê ku di nav tabûra Ebû Jammû ya Tûgaya Ahrar Al Şarqiyeyê de jî ji mala me bi rê dikeve. Dema diçin mala me dibînin ku xwîşkên min Cemîle û Xadice li erdê di nav xwînê de ne. Ev Ahmet Omer Abdullah li herêmê tê naskirin. Ev kes berê endamê DAÎŞ’ê bû û di nav ‘El Hasbahê’de bû. Vî kesî gelek caran gef li me xwariye.”

‘JI BER ZEXTAN EM JI SERÊKANIYÊ REVIYAN’

Hasan Ehmed El Musa diyar kir ku ew ji zextên dewleta Tirk a dagirker reviyane û got ku “Li ser me zextên mezin hebû. Herî dawîn ev Omer El Abdullah ez destgîr kirim lê ez ji nav destên wî reviyam. Ez ê birayên min em ji Serêkaniyê reviyan Reqayê. Xwişkên min ji bo parastina mal û axa me nexwestin ji gund derkevin. Gotin em jin in û Ereb in, wê tiştekî bi me nekin.”

Malbatan van xwîşkan diyar kiribûn ku wê di 25’ê Çileyê de cenazeyan bînin Reqayê û veşêrin. Lê di ANF’ê de di 24’ê Çileyê de nûçeyek hate weşandin ku çeteyan ev cenaze revandina Tirkiyeyê.

Elmusa diyar kir ku ew li ser axa xwe bextewar bûn û got ku “Em di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Demokratîk de bextewar bûn lê Tirkiyeyê hate axa me dagir kir. Em Tirkiyeyê jî û çeteyên wan jî naxwazin. Divê saziyên cîhanê werin sûcên şer ên li vê derê bibînin û divê Tirkiyeyê ji axa me derxînin.”