Li Serêkaniyê du gundan li dijî dagirkeriyê serî hildan

Gundên Gatûf û Til Diyab ê Serêkaniyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk li dijî zextên dagirkeran serî hildan.

Îro nîvro çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker girtin ser gundên Gatûf û Til Diyab û bi hinceta ku têkiliya wan bi teqînên li Serêkaniyê hene, hewl da hinek gundiyan bi xwe re bibin. Her du gundan li dijî çeteyan serî hildan.

Ligel ku gundiyan serî hildan jî çeteyan ji gundê Gatûfê Ebûduallah Salim Dendeh, Elî Hemo Silêman,Hemo Emîn Îbrahîm û Deham Îbrahîm Hemo bi xwe re birin.

Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku çeteyan berê jî girtine ser gundê Gatûfê bi sûcdariyên cihê hin gundî bi xwe re birine û li jinan dane.