Li Serêkaniyê ciwanan daxwaza azadiya Ocalan kirin

Ciwanên Serêkaniyê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistin.

Çalakvanan bi pankartên ″Bê serok jiyan nabe” û “YPG/YPJ′ê hêzên parastina gelan in″ li ser hatibûn nivîsandin , vekiribûn. Meş ji ber Çerxerêya Şehîdan a bajêr destpê kir û di nava kolanên bajêr re derbas bû û bê navber dirûşmên″Bijî serok Apo″, “Bê Serok jiyan nabe” û “Ji Ocalan re azadî” qîr kirin.

Meş li pêşiya navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Serêkaniyê rawestinya û deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan a Serêkaniyê Şêrîn Omerî axivî, diyar kir ku dewleta Tirk hê siyasetên xwe yên faşîst li ser Ocalan dide meşandin û wiha got: ″Tirkiye bi vê siyasetên xwe dixwaze me ji Rêberê me dûr bixe. Armanca Rêbertiyê ew bû ku jinê ji koletî, bandora şerê taybet û kapîtalîzmê rizgar bike. Îro jin bi saya tekoşîna Ocalan, li her qadê têkoşînê dide meşandin..″

Çalakiya ciwanan bi dirûşmeyên ″Bê serok jiyan nabe″ û “Ji Ocalan re azadî” bi dawî bû.