Li Serêkaniyê cenazeyê 2 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyê bajarê Serêkaniyê cenazeyên şervanê YPG’ê Osman Bekrî û şervanê QSD’ê Îbrahîm Ûmeyir, bi merasîmekê li Goriştana şehîdan a bajarê Til Temir veşartin.
Welatiyê bajarê Serêkaniyê cenazeyên şervanê YPG’ê Osman Bekrî û şervanê QSD’ê Îbrahîm Ûmeyir, bi merasîmekê li Goriştana şehîdan a bajarê Til Temir veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyên şervanê YPG′ê Osman Bekrî (Baqî Kobanê) yê 29′ê Hezîranê û şervanê QSD′ê îbrahîm Ûmeyir (îbrahîm) ê ku 20′ê Hezîranê di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana şehîdan a bajarê Til Temir bi merasîmekê ve veşartin.
Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG)Welîd Amed axivî, soza şopandina rêya şehîdan da û got: ″Em bejna xwe li hemberî şehîdên ku canê xwe fedayî axa xwe kirine û malbatên wan, ditewînin.″
Li ser navê malbatên herdu têkoşeran jî, soza şopandin rêya şehîdan hat dayîn.
Cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşa “Şehîd Namirin” ve li goristanê hatin veşartin.