Di navbera artêşa Tirk a dagirker û artêşa Sûriyeyê li nêzî bajarokê Seraqîbê ya Idlibê şer qewimî. Li gorî agahiyên hatin girtin, artêşa Tirk û Sûriyeyê çeperên hev didin ber topan.
Li aliyê din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê baregeheke ya Rûsya ku li gundê Kiştihar a girêdayî navçeya Şera ya Efrînê dan ber topan.
Artêşa Sûriye ber bi bajarokê Seraqîb a dikeve ser rêya M4 û M5 a dikeve başûrê rojhilatê Idlibê, ketin taxa yekem.
LAVROV: TIRKIYE LEŞKER ŞANDE HERÊMÊ
Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna ji bo Rojnameya Rossîyaskaya organa weşana resmî ya Rûsyayê, anî ziman ku wan agahî girtine Tirkiye leşker şandine herêmên ku nakokiyên li Idlibê kêm bike, diyar kir ku wê Rûsya rewşê bişopîne.
TIRKIYE ERKÊN XWE BI CIH NEANÎ
Lovrov destnîşan kir Tirkiye li Idlibê ‘erkê xwe bi cih neaniye’ û got: “A yekem Heyet Tahrîr Şam a muxalefeta bi çek a bi Tirkiyeyê re hevkarî dikir û di çarçoveya pêvajoya siyasî de amade bû ku bi hikûmetê re diyalogê bike ji terorîstên Eniya El Nûsra cuda nekir.Ev du rêxistin jî di nava rêxistinên terorê yên Konseya Ewlekeriya NY’yê de ne û ji ber vê cihê wan li Idlibê nîne.”
Lavrov ê ‘Xeteke 10-20 kêlometre ya avakirina herêmeke bê çek’ a 17’ê Îlona 2018’an di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de yek ji madeyên peymana Soçî ku îmze kiribû di navbera başûr û rojhilatê Idlbibê de bibîr xist û got: “Ji bo pêkhantina hemû madeyên peymanê xebatên me wê bidomin.”