Li ser erdnîgariyeke biçûk, şoreşeke gerdûnî: Rojava-III

Em bi navçeyên Til Koçer, Til Berak, Til Hemîs, Şedadê û Holê yên li ser sînorê başûrê Rojava û Iraqê dewam bikin.

Em ê qala rewşa çêkera dîrokî-erdnîgarî yên navçeyên Til Koçer, Til Berak, Til Hemîs, Şedadê û Holê yên li başûrê Kantona Cizîrê ku kantona herî mezin a Herêma Xweser a Rojava ye, bikin.

DERIYÊ KU BER BI IRAQÊ VEDIBE: TIL KOÇER

Til Koçer a ku li ser sînorê Iraqê ye, 90 kîlometre dûrî bajarê Qamişlo ku paytexta qada Şoreşa Rojava ye. Kurdên li Dêrikê ku her sê parçeyên Kurdistanê lê bûye yek, dijîn di mehên payîzê de tên li vir û ji ber sewal û berhemên xwe diforişe navê Girê Koçer standiye. Nifûsa navçeyê 50 hezar e, piranî Kurd û Ereb lê dijîn. Piştî avakirina navçeyê 5 salan ku tê gotin sala 1925’an hatiye avakirin; yanî di sala 1930’an de hin malbat ji herêma Mêrdînê koç kirine. Di dema mêtingeriya Fransiyan de jî karkerên rêya hesin jî bi cih bûne.

Ji ber ku Til Koçer li ser sînorên Iraq û Sûriyeyê weke deriyekî ye navenda bazirganiyê ye, lê di heman demê de ji bo kar û xebatên çandiniyê jî têra xwe destdayî ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên Senadîd a di bin bunyeya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ewlekariya bajêr pêk tînin.

Deriyê Sînor ê Til Koçerê ku di navbera Sûriye û Iraqê de deriyê sînor ê herî mezin e, di Cotmeha 2013’an de di encama têkoşîna şervanên YPG’ê de ji çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin û ji bo Sûriye û koçberên li herêmê bû deriyekî alîkariyê. Lê sala 2020’an di encama vetoya Rûsya û Çînê de bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hat girtin.

BAJARÊ ANTÎK Ê MEZOPOTAMYAYA JOR: TIL BERAK

Til Berak ku 50 kîlometre li bakurê rojhilatê Hesekê ye, navçeyeke antîk e. Beriya Mîladê 4000 salan veguheriye yek ji bajarên herî mezin ê Mezopotamyaya Jor. Gelek gelên weke Xelefiyan, Semîtiyan û Hûrriyan li vir jiyane. Ji ber erdnîgariya xwe weke bajareke stratejîk a antîk, di navbera Başûrê Mezopotamya û Enetoliyê de bûye navenda bazirganiyê. Heta sala 2011’an jî hin xebatên antîk hatine kirin, lê bi destpêkirina Şerê Navxweyî ya Sûriyeyê re xebat sekinîn. Navçeya Til Berak ku 247 gund girêdayî wê ne, di navbera salên 2014-2015’an de di bin êrîşên dagirkeriya DAÎŞ’ê de maye. Li vir ku di Adara 2015’an de hat rizgarkirin, Ereb û Kurd bi hev re dijîn. Li navçeyê berhemên çandiniyê qasî pêdiviya herêmên derdor jî mezin dibin.

TIL HEMÎS A LI QADEKE STRATEJÎK

Til Hemîs ku 41 km li başûrê Qamişloyê û 76 km li bakurê rojhilatê Hesekê cih digire, heta sînorên Şengalê dirêj dibe. Li bajêr û 129 gundên girêdayî wê de Kurd û Ereb bi hev re dijîn.

Til Hemîs 27’ê Sibata 2015’an bi serkeftina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) a li dijî DAÎŞ’ê tê naskirin. Çeteyên DAÎŞ’ê bê navber li hemberî Til Hemîsê ku ku di navbera bajarê Qamişlo û Hesekê de ye, planên taybet dixîne dewrê. Cepxaneya herî mezin a DAÎŞ’ê ya li Rojava jî ku li vê navçeyê bû, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi operasyonan hatibû dîtin.

ŞEDADÊ

Şedadê 54 kîlometre dûrî Hesekê ye û di hevzeya Çemê Xabûrê de hatiye avakirin. Kurd û Ereb li bajêr dijîn. Li gel karê sewalvanî û çandiniyê, karê petrolê jî li bajêr tê kirin. Gelek êrîşên DAÎŞ’ê yên li hemberî herêma Cizîrê, li Şedadê hatine organîzekirin û bi hezaran hovîtî lê çêbûne. 19’ê Sibata 2016’an ji aliyê YPG û YPJ’ê ve ji çeteyên DAÎŞ’ê ya bi piştgiriya dewleta Tirk hat rizgarkirin.

NAVÇEYA HOLÊ KU BI KAMPA XWE NAV Û DENG E

Hol 45 km dûrî rojhilatê bajarê Hesekê ye û navçeyekî biçûk e ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêdayî sînorê Iraqê dike. Hol piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hat dagirkirin. 13’ê Cotmeha 2015’an ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve hat rizgarkirin. Navçeya Holê ku piranî Ereb lê dijîn, sala 1991’an ji aliyê Komîsertiya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ve hat avakirin û niha bi Kampa Holê tê naskirin ku zêdeyî 60 hezar malbatên DAÎŞ’î lê ne. Lewma di bin kontrola Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye.

Sibe: Erdnîgariyeke biçûk, şoreşeke gerdûnî: Rojava-IV: Kantona Kobanê