Li ser DAÎŞ’ê û çarenûsa çeteyên girtî wê komxebatek bê kirin

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê wê 26’ê Sibatê li Silêmaniyeyê li ser DAÎŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAÎŞ’ê komxebatek girîng pêk bîne.

Piştî çeteyên DAÎŞ’ê 20’ê Çileya 2022’ê êrîşî bir ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê kir, ku zêdetirî 5 hezar çeteyên DAÎŞ’ê yên li deverên cuda hatine girtin û li wir li benda dadgehkirinê ne, li ser berxwedana şervanên QSD’ê ya Gurzê Gelan ev êrîş hate şikandin û 121 şervan şehîd bûbû.

Piştî vê yekê ji nû ve tevger û lebata DAÎŞ’ê ya li herêmê û deve zêde bû. Li ser vê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê li gel Piştevaniya Rojava komxebatek lidar dixin.

Nûnera Rêveberiya Xweserî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê Nûrşen Hesen li ser vê mijarê agahî da.

‘KOMXEBATA LI SER XETERIYA DAÎŞ’Ê Û ÇARENÛSA GIRTIYAN E’

Hesen destnîşan kir ku piştî êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê, xeteriya DAÎŞ’ê ji nû ve ketiye rojevê û got: “Piştî bûyera xeterenak a li Girtîgeha Sînaa ya Hesekê rû da, gelek girîng bû li Başûrê Kurdistanê ev mijar bibe rojev. Ji bo vê jî weke Nûnertiya Rêveberiya Xweserî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê bi Piştevaniya Rojava re hemaheng dixwazin Komxebatek pêk bînin. Ev komxebat roja şemiyê 26’ê Sibata 2022’ê li bajarê Silêmanî tê lidarxistin.”

Nûrşen anî ziman ku ev mijarek gelek girîng e, mijarek ji bo herêmê, Rojhilata Navîn û Cîhanê di rojevê de ye û girîng e û wiha domand: “Divê çarenûsa girtiyên DAÎŞ’ê yên ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 12 hezar çeteyên DAÎŞ’ê girtî ne, di çarçoveya qanûnî de were diyarkirin.”

‘DI WARÊ HIQÛQÎ Û SIYASÎ DE MIJAR BÊN NIRXANDIN’

Nûnera Rêveberiya Xweserî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê Nûrşen Hesen da xuyakirin ku wê di vê komxebatê de nîqaşên pir girîng bê kirin, wê bi şêwazekî qanûnî, siyasî û akademî li ser vê mijarê li ser gelek teweran bê nirxandin.

‘QSD, RÊVEBERIYA XWESER, IRAQ Û ŞENGAL WÊ PANEL BIDIN’

Hesen li ser naverokê jî hinek agahî da û got: “Di komxebatê de wê ji du rûniştinan û 6 panel bê kirin, ji wan sê wê ji rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî bibin. Panelek li ser navê Navenda Lêkolînên Stratejîk ya Rojava, Rêveberiya Xweser û ya din jî li ser navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bê kirin. Panelên duyemîn jî li ser navê Iraqê Akademîsyenek Iraqî wê ji Bexda tevlî konferansê bibe. Li ser navê herêma Kurdistanê û li ser navê Şengal jî panelist bên axvin.

‘METIRSIYA DAÎŞ’Ê HÊ DEWAM E’

Nûnera Rêveberiya Xweserî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê Nûrşen Hesen bibîr xist ku hê jî mijara DAÎŞ’ê ya li Şengalê xeterî heye, metirsî heye carekî din li Şengalê bûyerên bi êş rû bidin. Eger çareserî neyê peydakirin dibe qetlîam dubare bibin.

‘LI SER ASTA HERÊM, IRAQ Û ROJAVA XEBATEK HEVPAR BÊ KIRIN’

Hesen diyar kir ku wê gelek nîqaşên girîng bên kirin, wê hemû aliyên siyasî, gelek akademisyen, dadger, hiqûqnas amade bibin û wiha pêde çû: “Zêdetir em dixwazin li ser asta Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê komxebatê çêbikin. Ev dibe yek ji xebatên li ser mijara DAÎŞ’ê bê kirin, hem li Rojava û hem jî li Herêma Kurdistan û Iraqê.”