Li Sêmalkayê PDK'ê êrişî ciwanan kir: Gelek kes birîndar bûn

Li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê, ciwanan ji bo xwestina cenazeyên gerîlayan çalakî li dar xistin. Hêzên PDK'ê êriş birin ser ciwanan. Hate ragihandin ku gelek kes birîndar bûne.

Meşa Dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ku ji Qamişloyê dest pê kir, gihîşt Deriyê Sînor ê Sêmalkayê.

Lê belê PDK'ê li vê derê êriş bir ser ciwanan. Ji ber êrişa ku bi gazên çavan dişewitîne û keviran hate kirin, gelek kes birîndar bûn. Di dema çalakiyê de hêzên PDK'ê her wiha gule berdan hewayê. Aloziya li herêmê dewam dike.

Hêzên çekdar ên PDK'ê li herêma Xelîfanê di 28-29'ê Tebaxê de kemîn danî bûn, di encamê de 5 gerîlayên HPG'ê şehîd ketibûn, yek jê birîndar 2 HPG'î rizgar bûbûn. Cenazeyên gerîlayan jî ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatibûn desteserkirin.

Li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê 72 roj in çalakî tê lidarxistin û daxwaz ji PDK'ê tê kirin ku cenazeyên gerîlayan radestî wan bikin.