Li rojhilatê Reqayê şerê dijwar diqewimin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji eniya rojhilat ber bi Reqayê ve pêşve diçin. Di navbera 6 kêlometreyan de şerê dijwar diqewimin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji eniya rojhilat ber bi Reqayê ve pêşve diçin. Di navbera 6 kêlometreyan de şerê dijwar diqewimin.
Li gorî çavkaniyên ji QSD’ê hatin girtin, şerê dijwar li derdora Gundê Bedir û embarên genîm ên 6 km dikevin rojhilatê Reqayê diqewimin. Hêzên QSD’ê, hewl didin vê herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij bikin.
Hêzên QSD’ê ji bakur û rojhilat ve ber bi bajêr ve pêşve diçin. Din ava 24 saetan de 4 km li bajur û rojhilatê Reqayê çend gund rizgar kirine. Hêzên QSD’ê şeva Duşemê li aliyê bakur 3 gund rizgar kiribûn.
Her wiha şervanan li bakurê bajarê tunelekî ya DAIŞ’ê dîtine. Hat diyarkirin, her ku nêzî Reqayê dibe, hêjmara tunelan jî zêde dibe.
Di aliyê eniya rojava de jî navberekî 40 km maye. Ji aliyê bakur û rojhilat ve Reqa di bin dorpêçê de ye, lê di operasyona aliyê navenda Reqayê de, berê eniya rojava ve hê zêdetir pêşve çûbûn.
Gundê Bedir û ambarên genîm 6 kîlometre ji navenda bajarê Reqayê dûre û dikeve rojhilatê bajêr.
Di rewşa heyî de Pêngava 4. a Xezeba Firatê didome. Fermandariya Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê di 10’ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku piştî navbera 15 rojan û şûnde, Pêngava 4. a Xezeba Firatê ji nû ve dane despêkirin.Fermandariya Odeya Çalakiyan wiha gotibû: “Her ku hêzên me çeperên dijmin dorpêç dike û wê ji derdorî bajêr ve wê nêzî navenda bajêr bibin.
Piştî rizgarkirina Tebqayê şervanên li vê eniyê, bajarê Mansûra a ku 35 km ji Reqayê dûre kirine hedefa xwe.