NÛ BÛ-Li Rojavayê Kurdistanê 1’ê Gulanê bi çoşeke mezin hate pîrozkirin

Gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo 1’ê Gulan Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê daketin qadan. Li gelek bajar û navendan pîrozbahî hate li darxistin û govend hate gerandin.

QAMIŞLO- AMÛDÊ

Gelê Qamişlo û Amûdê di pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê de ‘Berxwedana Serdemê’ silav kirin û diyar kirin ku meşaleya berxwedanê ya ji beriya 132 sal li Amerîkayê pêketî di Şoreşa Rojava de geş dibe.

Komîteya Karkeran a Bajarê Qamişlo û Komîteya Karkeran a Amûdê bi alîkariya TEV-DEM û Kongreya Star di çarçoveya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Qamişlo meşek li dar xistin. Meş bi şiara “Bi Rihê 1’ê Gulanê Wê Berxwedana Serdemê Berdewam Bike” hat li darxistin. Meş ji Dewara Osman Sebrî dest pê kir, heta stada Şehîdên 12’ê Adarê dewam kir. Bi hezaran karker û karmendên bajarê Qamişlo û Amûdê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ’ê, parkarta “Bijî Sosyalîzim” tevlî meş bûn. Di meşê de diruşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Bijî berxwedana Efrînê”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan”, “Bijî berxwedana YPG, YPJ, QSD” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Li Stada Şehîdên 12’ê Adarê  govend hate gerandin. Pişte  Hevseroka Komîtya Karkerên Amûdê Şîrîn Reşik axivî û got ku ew bi rihê Berxwedana Serdemê cejna 1’ê Gulanê pîroz dikin û wiha got, “Em diserî de cejna Rêberê Mirovahiyê, kesê ku rûmet daye keda mirovahiyê Abdullah Ocalan pîroz dikin.”

 ‘RÊBERÊ GELÊ KURD SEROK APO GIRINGIYA ROJA ME VEGOT’

Piştî Şîrîn Serokê Desteya Rêveber a Herêma Cizîrê Abdulkerîm Saroxan axivî. Saroxan diyar kir ku ew îro carek din ji bo daxwaziya mafê karkeran derketine kolanan û wiha berdewam kir, “Me berê giringiya vê rojê nedizanî, ta ku Rêberê Gelê Kurd ê şoreşek 40 salî heya roja îro bi rêvedibe Abdullah Ocalan giringiya vê rojê ji me re vegot. Şoreşek bi fikrê Serok Apo û bi rêveberiya kedkaran hatî destpêkirin, elbet wê serbikeve. Em vê rojê li hemû partî û rêveberên kedkar ên li seranserên cîhanê li dijî zilmê serî hildayîn pîroz dikin. Em vê rojê li YPG, YPJ û hemû hêzên leşkerî yên ji çîna kedkaran rabûne serpiyan û gele xwe diparêzin pîroz dikin. Ev meşa wan jî berdewama serhildana li dijî koletî û zilmê ye. Em bi vê meşê serfirazin.”

 ‘MEŞALEYA LI EMERÎKA PÊKETÎ, BI ŞOREŞA ROJAVA GEŞ DIBE’

 Li ser navê Saziya Yekîtiya Piştgiriya Gelan jî Bêrîtan Asya axivî.  “Çawa ku vê sîstemê ji beriya 132’ê li Emerîkayên kedkar ji bo mafê xwe rabûn serpiyan qetil kirin, niha jî li Rojhilata Navîn komkujiyên xwe berdewam dikin. Li ser axa Sûriye yê jî ev hêzên emperyalist dagirkirina xwe berdewam dikin û êrîşî Şoreşa Rojava ya ku mafê gelan diparêze dikin. Li hemberî van êrîşan gelê li herçar parçeyên Kurdistanê li dijî zilmê dadikevin kolanan. Meşaleya ji beriya 132’ salî ya ji bo kedê hatî vêxistin, di şoreşa Rojava de geş dibe.”

DÊRIK

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê ji bo 1’ê Gulan Cejna Karker û Kedkarên  Cîhanê şahiyeke li navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava li dar xistin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê Yekîtiya Karker û Kedkaran a bajarê Dêrikê Mihemed Ebdulrehaman cejn li hemû karkeran pîroz kir û dîroka Cejna Karkeran vegot.

Ebdulreham destnîşan kir ku dîroka cejna Karkeran vedigere sedsala 18‘an, 35 hezar karker li hemberî bê mafiyê û zêdebûna saetên xebitandinê û kêmbûna mûceyan daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin.

Her wiha hate gotin ku bi pêkanîna mafên karkeran civakeke exalqî û polîtîk pêk tê. Piştî axaftinan, koma CûdÎ ya  navenda Çand û Hunera Demokratîk a Dicle stran pêşkêş kirin û govend hate gerandin.

MINBIC

Komîteya Yekîtiyan a bajarê Minbicê îro ji bo 1’ê Gulan Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê şahiyek lidar xistin. Rêveberên komîteya Yekîtiyan, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, endamên Hêzên Ewlekariya Hundrîn, gumrik û bi sedan tevlî şahiyê bûn. Şahî li qada Um El-Cilûd a bakur rojavayê bajar hate lidarxistin.

Di şahiyê de yek ji karkerê bi navê Feysel Hemam axivî û Cejna Karkeran li hemû karkerên cîhanê pîroz kir û destnîşan kir ku di sîstema Rêvberiya Xweseriya Demokratîk de Yekîtiya Karkeran ji bo parastina mafên wan û çareserkirina pirsgirêkên wan hate avakirin.

Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Emel Dada li ser rola karkeran di xizmet û pêşketina bajar de axivî. Emel destnîşan kir ku tişta ku di vê salê de balê dikşîne ew e ku di rêveberî û meclîsan civaka azad a demokratîk bi hemû pêkhateyên wê bi rêxistin dikin û got ku her tiştên ku hatine bi dest xistin bi saya tekoşîna şehîdan e.  

Di şahiyê de, yek ji rêveberên Komîteya Yekîtiyan Tirkî El-Hac Mûsa axivî û cejna Karkeran pîroz kir. Her wiha hemû şehîdên şoreşê yên ku ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda kirin hatin bi bîr anîn. El-Hac di axaftina xwe de hêviya pêşketinê ji hemû karkeran re xwest.

Şahî bi govendê  bi dawî bû.

KOBANÊ

Welatî, karker û kedkarên Kobanê bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana 1ʹê Gulanê’, ‘Bijî Berxwedana Serdemê”, ‘Berxwedana Efrînê berxwedana kedkaran e’, ‘Azadiya Rêber Ocalan û rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran hêviya kedkaran e’ 1’ê Gulan Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê pîroz kirin.

Bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanî meşek lidar xistin. Di meşê de bi hezaran şêniyên Kantona Kobanê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb û Tirkmen, kedkar, her wiha endam û rêveberên saziyên sivîl û desteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk amade bûn.

Meşvan li hemû kolanên sereke yên bajar geriyan û dirûşmeyên ʺBijî berxwedana YPJ/YPGʹêʺ berz kirin.

Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê. Mitîng bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Hevserokê Meclîsa TEV-DEMʹê ya Kobanê Ehmed Şêxo, Endama Kongreya Star Edla Begê axivîn û cejna Karkerên Cîhanê li hemû karker û kedkaran pîroz kirin. Axaftvanan diyar kirin ku civak bi saya karkeran tê avakirin.

Her wiha di axaftinan de hate destnîşankirin ku Berxwedana Serdemê hêza xwe ji keda kedkar û zarokên ku bê navber ji bo avakirina civakê dixebetin, digre. Her wiha hate zanîn ku hemû kedkar li ser rêya şehîdên ku ji bo azadiya gel û welatê xwe canê xwe feda kirin, dimeşin.

Di dawiyê de komên hunerî yên Navenda Baqî Xido stran û şano pêşkêş kirin.

GIRÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê ya  Kantona Qamişlo ji bo 1’ê Gulan  Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê bi dirûşmeya"Bi ruhê 1ʹê Gulanê wê Berxwedana Serdemê berdewam bike"  li Qada Şehîd Xebat Dêrik meşek hat lidarxistin.

Meşvanan alên saziyên Bakurê Sûriyê, pankartên bi nivîsa "Şoreşa Rojava bi tekoşîna jina kedkar wê bi ser bikeve” û “Bê Serok jiyan nabe" hildan. Her wiha dirûşmeyên silavkirina 1ʹê Gulanê û Berxwedana Serdemêhatin berz kirin.

Di meşê de Hevserokê Komîteya Kedkaran a navçeya Girkê Legê Abdullah Silêman axivî û 1ʹê Gulanê li hemû karkaran pîroz kir. Abdullah di axaftina xwe de wiha got, Roja 1ʹê Gulanê roja berxwedanê li hember sîstema desthilatdar û roja yekîtiya hemû karkeran e.

Meşa gel bi gerandina govendê bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê komîteya kedkaran ji bo 1’ê Gulan Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê şahiyek li darxist. Welatî û karkerên navçeyê beşdarî şahiya ku li Parka Şehîd Warşîn a li navçeyê bûn.

Şahî bi ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre  ji rêveberên Komîteya Kedkaran a navçeya Tirbespiyê Xewla Ebas, ji rêveberên TEV-DEMʹê Hediya Şemo û Endama Kongreya Star Înas Osman axivîn.

Di axaftinan de Cejna Karkeran li hemû karker û kedkaran û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Axaftvanan diyar kirin ku  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di destpêka şoreşa azadiyê de karker esas girt û banga mafên wan ên rewa kir.

Her wiha hate gotin ku şoreşa Bakurê Sûriyê şoreşa karker û kedkaran a li hember sîstemên desthilatdar e.

Piştre koma Şehîd Sebrî û koma Şehîd Viyan Peyman govend, stran û şano pêkêş kirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

TIL TEMIR

Şahî di bin dirûşmeya ʺBi ruhê 1ʹê Gulanê wê Berxwedana Serdemê bidomeʺ de hat lidarxistin. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Rêveberiya Kongreya Star Welîde Bûtî axivî û Roja Karkeran a Cîhanî pîroz kir.

Welîde di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna karkeran li dijî sîstemên emperalyalîst û desthilatdar. Welîde got: ʺKarker bingeha avakirina civakê û biratiya gelanin.ʺ

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Hesekê Dawûd Hac Niman jî axivî û da zanîn ku Berxwedana Serdemê ya rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk didome.

Piştre koma Hêzên Erka Xweparastinê û koma Tolhildan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê gelek stran û dîlan pêşkêş kirin.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê jî şahî li Navenda Xwendekarên Demokratîk bi beşdariya bi sedan gel, hat lidarxistin.

Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semer Ebdullah , endamê Yekîtiya Rewşenbîran Mihemed Beşîr û endamê Komîteya Kedkaran Hemîd Beşîr axivîn.

Axaftvanan Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz kir û anîn ziman ku bi saya felsefeya Ocalan hemû beşên civakê mafên xwe bi dest xistin.

Her wiha bal hat kişandin ser girîngiya yekîtiya gelan li dijî dagirkeriya Tirk. 

Piştre koma Tolhildan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê şanoyek pêşkêş kir.

DIRBÊSIYÊ

Li navçeya Dirbêsiyê jî şahî li baxçeyê Şehîd Zevîn bi beşdariya bi sedan welatiyan hat lidarxistin.

Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre bi navê Komîteya Kedkaran Qasim Mustefa, bi navê Kongreya Star Zindan Hiso û bi navê TEV-DEMʹê Mihemed Til Kermê axivîn.

Axaftvanan 1ʹê Gulanê li tevahî kedkarên cîhanê, Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê pîroz krin.

Di dawiyê de Saziya Biratiya Gelan nameyek derbarê Cejna Kedkaran de xwend. Her wiha koma Roj stran gotin û beşdaran dîlan gerandin.