Li Rojava şehîdên 12’ê Adarê hatin bîranîn

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şehîdên Serhildana 12’ê Adarê hatin bîranîn.

Li Kantona Hesekê bi boneya salvegera 18. a Serhildana Qamişlo çalakiyên cûda hatin lidarxistin

Meclîsên navçeyên Dirbêsiyê, Şedadê, Til Temirê û navçeya bakur a Hesekê yên kantona Hesekê daxuyaniyeke hevpar da. Daxuyaniya li Dirbêsiyê bi beşdariya dehan endamên meclîsê li qada Şehîdan ji aliyê Hevseroka Meclîsê Terfa Welî ve hate xwendin. Dîsan daxuyaniya Meclîsa Şedadê li qada avahiya meclîsê ji aliyê endamê meclîsê Fadil Hisên ve û daxuyaniya meclîsên navçeya bakur ji aliyê hevseroka meclîsa navçeya bakur Remedan Fetah ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di demekê de ku civaka Sûriyê di aloziyeke siyasî, aborî û ewlehî û dagirkirinê de ye, desthilata Şamê hîna dest ji hişmendiya xwe bernedaye û li gavên cidî ku karibe jiyana gel pêş bixe û ber bi ewlehî û istiqrarê ve bibe, gavên cidî navêje.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku Serhildana 12'ê Adarê destpêka bilindkirina dengê azadiyê, hilweşandina rejîma despot û ya netewperestî ye ku bi salan siyasetên dûrxistin û înkarkirinê li dijî gelê Kurd dimeşand.

Di daxuyaniyên meclîsan de soz hate dayîn ku dê gav pêş de bavêjin û têkoşînê bidomînin heta ku tevahî daxwazên Serhildana 12'ê Adar û avakirina civakeke demokratîk a pir rengî pêk werin.

Piştî xwendina daxuyaniyan dirûşmeyên silavkirina Serhildana 12'ê Adarê hatin berzkirin.

TIL TEMIR

Bi heman armancê Meclîsa Mablatên Şehîdan a Til Temirê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan daxuyaniyek da. Daxuyanî li qada avahiya meclîsê ji aliyê endamê rêveber ê PYD'ê Idrîs Yûnis ve hate xwendin

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Serhildana Qamişlo ya 2004'an di dîroka nûjen a Sûriyê de xeleke veguhertinê ya girîng bû, rejîma Baas bi rêya wê hewl da fitneyê di navbera Kurd û Ereb de derxîne. Bûyerên wê demê  ku di  maça futbolê ya di navbera tîmên Fitiwê û Cîhad de rû dabûn hatibûn plankirin, di encama tundî û serdegirtina bêserûber de bi dehan Kurd şehîd bû û gelek jê jî birîndar bûbûn."

Her wiha hate gotin ku komkujiya li Qamişlo bi destê kesên ku ji salan ve demokrasiyê li Sûriyeyê qedexe dikin, hatibû kirin û wiha hate domandin: "Mîna her car hikûmeta Şamê bi zihniyeta dewleta şovenîst nêzî serhildêrên 12’ê Adarê bû ku her tim hewl dide dijminahî û cudabûnê di navbera gelan de derxîne. Ev hikûmet xwe dispêre fikirê pergala yekalî ku li dijî demokrasiyê ye û xwest rê li pêşiya pêkanîna yekitiyê di navbera gelan de bigire, ji ber ku cewhera wê li ser siyaseta parçebûnê ava bûye."

Meclîsa Malbatên Şehîdan ev rêgez bi derketina tevgerên tundrew mîna DAIŞ, Cebhet El-Nusra û gelek komên din ên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, berpirsên encamên ku niha li ser qada Sûriyê derketine û li pêşiya çareseriyê astengiyan çêdikin.

Di berdewama daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin: "Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe dispêre sîstemeke demokratîk a ku fikrê hemû gelan kom dike û wan dike yeke ava bûye. Vê şoreşê yekitiyeke civakî ava kir ku niha li hember hemû dijberên hêviyên azad ên gelên herêmê ne, li ber xwe dide."

HOL

Rêxistina PYD'ê ya navçeya Holê jî semînerek li ser Serhildana Qamişlo, sedem, bandor, encamên wê û qonaxên pêşketina heta destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê da.

Semîner bi beşdariya dehan endamên partiyê, şênî û rûpsiyên navçeyê ji aliyê endamê rêveber ê PYD'ê Emar Mûsa ve hate dayîn.

Mûsa anî ziman ku hikûmetê werzîş bi kar anî da ku berjewendî û armancên xwe li herêmê pêk bîne û fitneyê di navbera pêkhateyan de derxîne.

Mûsa da zanîn ku jiyana hevbeş, hevgirtina pêkhateyan di serhdanê de hewldanên rejîmê vala derxist û got: "Yekitiya pêkhateyan û zanebûna siyasetmedar, rewşenbîr û tevahî gelên Rojava herêm ji şerekî navxweyî dûrxist."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serhildana Qamişlo tovê şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an bû.