Li Rojava li dijî xiyaneta PDK’ê meşek girseyî hat lidarxistin

Bi sedan kes li Rojava li dijî xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker meşiyan.

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê û herêmên Koçerat û Beravê li qada Azadî kom bûn û ji bo şermezarkirina hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re û ji bo bîranîna salvegera 76’an a damezirandina Komara Mehabadê meşiyan. Di dema meşê de hemû dikan hatin girtin.

Di meşê de dirûşmeyên “Na ji xiyanetê re”, “Bijî biratiya gelan”, “Na ji şerê birakujiyê re” û “Dem dema yekîtiya neteweyî ye” hatin berzkirin.

Meş li qada Şehîdan bi dawî bû û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Hiso axivî û got: “Gelê ku zarokên xwe dike qurban, serî ji xiyanetê re natewîne. Ji ber ku ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan fêr dibe kesek nikare li pêşiya fedekariyên gelê me bisekine.”

Hiso diyar kir ku ji dema damezirandina Komara Mehabatê û heta roja îro xeta xiyanetê dewam dike û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî komplo û planên li dijî doza Kurdan bin.

Hiso hevkariya PDK’ê şermezar kir û berxwedana HPG’ê li hember dewleta Tirk a faşîst silav kir.

Li ser navê Dayikên Aştiyê, dayîka şehîd Hevrîn Xelef Suad Mistefa jî axivî û ragihand: “Em dayikên aştiyê bang li gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li ser maseya diyalogê rûnin, bibin yek û li hember komplo û planên li dijî gelê me û gelên herêmê bisekinin.”

Sûad Mistefa axaftina xwe wiha domand: “Dayikên Aştiyê komployên li dijî Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê red dikin. Ji ber wê divê dayîkên şehîdan li hemberî xiyanetê bin.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.