Li Reqayê sûcên dewleta Tirk hatin protestokirin

Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqayê bi çalakiyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker a li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêktîne protesto kirin.

Bi sedan ciwanên bajarê Reqayê û gundewarên wê, şêniyên Reqa û endamên saziyên bajêr tevlî meşê bûn.

Xwepêşandêr li Qada Itfaiyê ya başûrê bajêr kom bûn û ber bi kolana Pira Kevn ve çûn. Xwepêşandêran li pêşiya Pira Kevn rawestiyan û li wir bi navê ciwanên Reqayê Fatima El-Xilêf daxuyanî xwend.

Di daxuyanî de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk ji beriya 9 salan ve aloziya Sûriyê sûdê digire û hewl dide berjewendiyên xwe yên li herêmê pêk bîne, parçeyekî mezin ji xaka Sûriyê dagir kir, çeteyên Sûriye bi kar anî û destekê bide wan.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikûmeta Şamê di diyalogên çareseriya Sûriyê de ne aktîf e û ev hate gotin: "Heta serkeftinê û rizgarkirina xaka Sûriyê ji artêşa Tirk û çeteyên wê wê berxwedan berdewam be."

Di dawiya daxuyaniyê bang li tevahiya gelan û ciwan û jinên ciwan hate kirin ku xwe bi rêxistin bikin û ji bo parastina gel û welatê xwe bibin mertalên zindî.