Li Reqayê şer bi dijwarî dewam dike

Li navenda bajarê Reqayê di navbara Şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewime. Şervan derbên giran li çeteyan dindin û destanên qehremanî dinivîsînin.

Pêngava rizgarkirina Reqayê di roja xwe ya 108′an didome. Li navenda bajêr di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de şerekî dijwar rû dide û pêşveçûna şervanan ber bi navenda bajar ve didome. Di şer de şervan derbên xurt li çeteyên DAIŞ’ê didin. Ji ber şerê giran têkildarî encamên şer agahiyên zelal nehatin bidestxitin.

Li aliyê din tîmên taybet ên QSD’ê li taxên ku hatine azadkirin operasyonên lêgerîn û paqijkirina mayîn û teqemeniyan dane destpêkirin, didomînin.

Di encama şerê li taxên Emîn û Hena yên navenda bajêr de, her wiha li derdora Goristana Hitîn û çerxerêyên Neîm û Delê û taxa Nehda ya dikeve rojavayê bajêr, herêma Firdews hate rizgarkirin. Di şerê li vir qewimî de 17 çete hatin kuştin. Her wiha 4 wesayîtên doçika li ser barkirî û motorsîkletekî bombebarkirî hatin rûxandin. li gel vê jî 70 mayînên çeteyan hatin bêbandorkirin û miqdarek cebilxane kete destê şervanan.

Di şerê li van herêman rû da de, 2 şervanên QSD′ê bi heqremanî şer kirin û şehîd bûn. Her wiha 3 şervan birîndar bûn.

Li gelek eniyên bajarê şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike.