Piştî biryara daliqandina ala Sûriyê, li hemû meclîs, sazî û avahiyên rêveberiyên girêdayî Rêveberiya Xweser û li hemû kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ala Sûriyê li navenda bajarê Reqayê hat bilindkirin.
Gel ji bo pîrozbahiyê di bin parastina Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li navenda bajêr hatin ba hev. Komek provokatorên ku dixwestin ji vê yekê firsendê sûd werbigirin, bi awayekî bêserûber gule li gel barandin.
Di dîmenên hatin bidestxistin de tê dîtin ku di encama gulebaranê de ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gel birîndar bûn. Li gorî nûçeya ANHA'yê herî kêm 43 kes birîndar bûn.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de wiha got: “Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldanên hin aliyan ên ji bo derxistina fitneyê şermezar dikin û banga hişyariyê gel dikin. Divê gelê me li dijî bangên ku êrîşî ewlehî aramiya bajarê Reqayê dikin, hişyar bin. Em ê erka xwe ya parastina gel û aramiya herêmê bi cih bînin."