Li Reqayê li dijî şebekeyên hişbirê operasyon hat kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di operasyonên li gundewarên Reqayê de 42 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbirê hatine girtin, miqdareke çek, cebilxane û madeyên hişbirê yên bi wan re jî hatine desteserkirin.

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Hesen têkildarî hemleya “Tolhildana Şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir” li navenda hêzê ya li Reqayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li ser esasê erka xwe ya exlaqî û pîşeyî ya li hember şehîdên me yên ji hêzên têkoşîna li dijî hişbirê ku li Hemze Begê di encama hedefgirtina balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn û ji bo piştrastkirina dilsoziya xwe û şopandina riya wan û fedekariyên ku wan dane, hêzên me ji bo civaka xwe ewle bike û hişbirê ji nav bibe, dest bi hemleya Tolhildana Şehîdên Hêzên Dijî Madeyên hişbir kir. Hemle 27`ê Cotmehê piştî nîvê şevê li bajarê Reqayê hat destpêkirin, bi ser cihên firoşkar, qaçaxçî û bikarhênerên hişbirê de hat gitin, 42 kes hatin girtin û hejmareke mezin ji madeyên hişbir di destê wan de hat desteserkirin.”

Li gorî daxuyaniyê, madeyên hatine desteserkirin ev in:

“557000 Hebên kaptagon, 60 kefên heşîşê, 2 çekên kilaşînkovê, 13 cercûrên kilaşînkov, 3 damanceyên 9mm, 5 narincok, 6 Cercûrên damanceyê, 10 çekên spî, Kirîstal mîs 2,700 kg,  261 mermiyên kilaşînkovê, 53 mermiyên eyar 9 mm, 41 mermiyên BKS, amûrên bikaranîna hişbirê, 23 telefon.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev gava yekemîn a tolhildana şehîdên êrişa Hemze Begê ye û hate gotin: “Wê pêngav heta ewlekirina civaka me berdewam bike. Em rola gelê xwe di şerê li dijî madeyên hişbir de bi rêya agahdariyên ku didin hêzên me, bilind dinirxînin. Hevkariya mezin a navbera gel û hêzên me ji bo mayîndekirina aramî û îstiqrara herêmê bingeh e.”