Li Reqayê coşa serfiraziyê

Bi wesîleya salvegera rizgarbûna Reqayê ya ji dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê, pîrozbahî hate kirin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî li stadyûma El Eswed hate kirin. Şervan û fermandarên QSD’ê, Hêzên Xweparastinê, siyasetmedar, rûspiyên civakê û bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi merasîma leşkerî hate destpêkirin a ku hezar û pênc sed şervan beşdar bûn.

Seroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk  Îlham Ehmed têkildarî serfiraziya Reqayê got ku, “Vê serkeftina ku ji bo me pîroz e, bi fedakarî û berdêlên mezin pêk hat. Divê her kes bizanibe ku heke berdêlên şervanên QSD’ê nebûya, ew ê ev serkeftin pêk nehata. Piştî rizgarbûna bajêr gel vegeriya bajêr û jiyan nû ve hate avakirin, rêveberiya bajêr jî radestî meclîsa sivîl hate kirin.”

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mûstafa jî şehîdên azadkirina Reqayê bi bîr anî û got ku, “Îro tu gotin nikare bextewariya me vebêje. Ji ber ku tiştên dijwar li bajarê me pêk hat.”

Mûstafa diyar kir ku wan li bajêr pêngava avakirinê dane destpêkirin û soza afirandina dahatûyeke bedew da.