Li Reqayê cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin

Xelkê kantona Reqayê cenazeyên 4 şehîdên xwe ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, veşartin.

MERASÎMA ŞEHÎDAN

Xelkê kantona Reqa û gundewarê wê ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îsmaîl Elî El Ebid ê li bajarê Sebxe yê rojhilatê Reqa şehîd bû, endamê Rêxistinên Civaka Sivîl şehîd Rifet Ebdullah Îsa ê li Reqayê şehîd bû, 2 şervanên QSDˋê Mihemed El Şewax û Ebdulkerîm Mihemed El Hisên ên li Helebê şehîd bûn, li goristana şehîdan a li gundê Hikumiyê merasîm li dar xist.

Di merasîmê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Şîhab El Huwêş sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Em ji dijmin re dibêjin em li ser erdê û li bin erdê bi rûmet dijîn. Êrîşên wê tenê îsrara me ya berxwedanê zêde dike."

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar El Seib sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Li hember vê terorê û sûcên wê yên hovane zarokên me xwedî li wefedariya xwe ya parastina xak û gelê xwe derket."

Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyan hatin veşartin.