Li Reqayê cenazeyê du şehîdan hate veşartin
Welatiyên Reqayê cenazeyê şehîd Xelef El-Elî û Îbrahîm El-Casim bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Reqayê veşartin.
Welatiyên Reqayê cenazeyê şehîd Xelef El-Elî û Îbrahîm El-Casim bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Reqayê veşartin.
Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê, meclîsên herêmî, endamên saziyên sivîl û leşkerî cenazeyên şehîdan Xelef El-Alî û Ibrahîm El-Casim li Goristana Şehîdan a Reqayê li gundê Hikumiye li bakurê bajarê Reqayê oxir kirin. Her du şehîd dema bi erka xwe radibûn şehîd bûbûn.
Merasîm li goristanê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê Rêveberiya Jin a Reqayê Fatme El-Necim û Meclîsa Çandinî û Avdanê ya Reqayê Besam El-Hemed axaftin hatin kirin.
Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan xwestin û soza şopandina rêya wan da.
Her wiha axaftvanan şêniyên Sûriyê yên ku Erdogan wan bikar tîne muxateb girtin û bang li wan kirin ku hişyar bin, vegerin hişê xwe, gel û axa xwe ji dagirkerî û komployan biparêzin.
Di dawiya merasîmê de şêniyan cenazeyên şehîdan di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.