Li Reqayê 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyonên li navçeya El Keramê ya Reqayê de 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyonên li navçeya El Keramê ya Reqayê de 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.
Navenda Ragihandin û Çapmeniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) 6 çeteyên DAÎŞ’ê girtine.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
“Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) bi 2 operasyonên cuda li navçeya Keramê ya rojhilatê bajarê Reqayê, serçeteyek jî di nav de 6 çeteyên DAÎŞ’ê girtin.
Di operasyona yekemîn de, yekîneyan bi ser serçeteyekî DAÎŞ’ê de girt ku di amadekirina teqemeniyan û belavkirina wan li ser şaneyên terorîst ên li herêmê de, kar dikir.
Piştî ku bang lê hat kirin ku xwe radest bike, wî terorîstî dest bi gulebarana hêzên me kir. Piştre hat dorpêçkirin û bê ku zirar bigihêje hêzên me, hat girtin.
Di operasyona duyemîn de, yekîneyan bi ser malekê de girt ku şaneyeke terorîst a ji 5 çeteyan pêk tê, ji bo amadekirina teqemeniyê bi kar dianî. Wê şaneyê di demên borî de saziyên rêveberiyê û ewlehiyê yên li herêmê dikirin hedef. Di operasyonê de her pênc çete hatin girtin û bo aliyên peywendîdar hatin veguhestin.
Di her du operasyonan de gelek çekên keleşnîkov, debançe, mayîn û madeyên çêkirina teqemeniyan û her wiha cîhazên peywendiyan ên li gel çeteyan hatin desteserkirin.”