Li Reqayê 48 çete hatin kuştin, 3 wesayitên bombekirî hatin rûxandin

Li Reqa navendê hêzên QSD’ê 3 wesayitên bombekirî rûxandin û girtîgeha li taxa Emîn hate azadkirin. Di şer de 48 çete hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi lez û bez didome. Li navenda bajêr,bi taybetî jî li taxa Emîn û Hena şerekî giran heye. Li taxa Emîn du wesayitên bombekirî yên çeteyên DAIŞ’ê beriya ku bigihijin hedefa xwe ji hêla şervanên QSD’ê ve hatin teqandin û girtîgeh hate azadkirin. Her wiha di şerê van du taxan de 48 çete hatin kuştin.

Li derdora Nexweşxaneya Wetenî du wesayitên bombekirî hatin teqandin û depoyeke tije cebilxane kete destê şervanan.

Li taxên Rewda û Nehda jî şerekî giran heye.