Li Reqayê 304 cenaze hatin derxistin

Li gorekî komî ya li deverek gundê Fexîxê ya Reqayê hate dîtin, ji aliyê tîmên lezgîn ve 304 cenaze ku piranî jin û zarokan pêk dihat, hate derxistin.

Li devera Fexîxê ya dikeve başûrê Herêma Telî Baas agirêdayî Reqayê, piştî ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate rizgarkirin û şûnde, di xebatên li qadê hatin kirin de 8 gorên komî hatibûn dîtin.

Tîmên mudaxeleya lezgîn a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê di xebatên li hermê dikin de piranî jin û zarok 304 cenaze derxistin.

Ji rayedarên tîmên mudaxeleya lezgîn Yasir El-Xemîs anî ziman ku ji 9’ê Çileyê û vir ve li herêmê kar dikin. El-Xemîs diyar kir ku di xebatên kolandinê yên demê dawî de bi giştî 304 cenaze derxistine. El-Xemîs destnîşan kir ku cenazeyên tên tesbîtkirin jî radestî malbatan dikin.

Tîmên mudaxeleya lezgîn a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê berî niha jî gelek gorên komî yên ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve li herêmê hatibûn kirin tesbît kiribûn û cenazeyên bi sedan kesî derxistibûn.